Ji bo Mûsa Orhan ceza li Farah Zeynep Abdullah hat birîn

  • 13:13 18 Adar 2023
  • Rojane
ÊLIH – Mûsa Orhan giliyê hunermend Farah Zeynep Abdullah, kiribû û li ser vê yekê cezayê hezar û 300 TL pereyê edlî li Farah hat birîn. 
 
Li Êlihê Mûsa Orhan tecawizî Îpek Er kiribû û Îpekê xwe întihar kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Bi îdidiya "heqaret kiriye" lîstikvan Ezgi Mola hat darizandin. Li ser vêya hunermend Farah Zeynep Abdullah, parvekirina piştigiriyê ji bo Ezgi kir. Loma doz li Farah vebû û bi cezayê 2 sal û 4 mehan ê girtîgehê hat darizandin. Ji bo dozê biryar hat dayin. 
 
Rûniştin di 9'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Esliyeya Banazê hat dîtin. Dadger bi îddiaya "heqaretê" cezayê hezar û 300 TL pereyê edlî li Farah hat birî.