Nobeda Edaletê di roja 726'an de ye

  • 11:03 18 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ket roja 726'an. Malbata Şenyaşar peyama "Divê mirov ji xwarina mafên mezlûman bitirse".
 
Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.  Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 726’an de dewam dike. 
 
Ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye loma malbatê li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê dewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got:"Divê mirov ji xwarina mafên mezlûman bitirse. Hela va ya dayikeke mezlûm be. Em dîsa bi bîra kesên di bêhiqûqiyê de israr dikin, dixin kesên zilmê dikin wê li dinyayê jî berdêla vêya bibînin."