‘Pratîka îktîdarê ya 22 salan cara duyem mexdûrên erdhêj mexdûr kir’

  • 09:13 18 Adar 2023
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
AMED – Hevberdevka Lijneya Koordînastona Navendî Sorgul Aytek Avşar, anî ziman ku welatiyên mexdûrên erdhêjê ku di konbajaran de dimînin cara duyem hatine mexdûrkirin û got dewlet pêywira xwe bi cih nayîne. Sorgul, destnîşan kir ku konbajar ji aliye kesên ku ji teknîk û zanistinê dûr in ve hatiye amadekirin û got: “Pratîka îktîdarê ya 22 salan cara duyem kesên erdhêjê mexdûr kir.”
 
Her roj karesatek nû li karesatên din zêde dibe. Di erdhejên 6’ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî bê xanî man. Digel ku hikûmetê alîkarî neda herêmên erdhejê, rê li ber alîkariyên hatin kirin girt. Piştî bertekan kon hatin dayîn, lê bi hezaran kes dîsa bê kon man. Ji aliyekî ve ser erdhêjê re mehek derbas bû, lê mexdûrên erdhejê vê carê jî ji ber lehiyê cara duyem mexdûr bûn. Li Mereş, Semsûr, Riha û Amedê konbajarên ku hatin vedan ji ber baranê di nav av û heriyê de man. 
 
Konbajarê ku li Amedê li qeraxa Çemê Dîcleyê hatiye danîn jî ji ber baranê di bin avê de ma, gel bi derfetên xwe ji wir derket. Hevberdevka Lijneya Koordînasyona Navendî Sorgul Aytek Avşar, têkildarî mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Guhnedan hişyariyên rêxistinên pîşeyî' 
 
Sorgul, anî ziman ku di demên dawî de gelek caran der barê kon û konbajaran de daxuyanî dane û got di heman demê de dihat payîn ku ji bo bersivdayîna gelek pirsgirêkên psîkolojîk û sosyolojîk ên mexdûrên erdhejê, di gelek waran de ev pirsgirêkan li ber çavan bên girtin û li gor wê plan bên çêkirin. Sorgul, bi lêv kir ku divê herêm hem ji aliyê teknîkî, hem jî ji aliyê jeolojik û hem jî ji aliyê avahîsaziyê ve bihata nirxandin û wiha domand: “Ew der cihek xirap û bi tehlûkeye. Her wiha xwediyê axê rabû digot ev cih gelek xweş e. Ji bo me kî bixwaze an kî li wir cihek saz bike, ji me re ne girîng e. Kî dibe bila bibe, ger kesên ku ji zanist û teknîka wê dûr be û binesaziyek wê hebe ku jiyana mirovan têxe rewşeke dijwar, ew dever xeternak e. Helbet em dizanin ku di saziyên giştî de kadroyên ku dikarin zanist û teknolojiyê ji xwe re esas bigirin hene. Lê guhnedana wan û guhnedana hişyariyên rêxistinên pîşeyî pirsgirêkek cidî bi xwe re tîne."
 
'Li derveyî bajêr gel îzole dikin'
 
Songul, daxuyand ku her çend ew qas hişyar hatin kirin jî ev yek ji çi sedemê re xizmet dike ku hûn rabin û wê biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Konbajar bi rastî jî cihekî ku her çar demsalan jî nikarin tê de welatî bimînin. Di havînê de ew ê li ber kermêş (haşarat) û germên tirsnak bibin. Bi îhtimaleke mezin bihar û payîzê lehî rabibin. Her çend hûn di zivistanê de berê xwe bidin bajarê dûr jî herêmek mahrûmiyetê ye. Bifikirin ku hûn ji gelek qadên civakî, ji saziyên tenduristiyê dûr in. Piştî erdhejê divê hûn piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê da ku ji bo vegerin jiyanê. Lê bele hîn li derveyî bajêr radibin wan îzole dikin û ev yek nayê qebûlkirin. Em hem wekî odeyên pîşeyî û hem jî wekî Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar li dijî vê yekê ne. Ji ber ku li hemberî vî bajarî berpirsyariya me hemûyan heye. Bi taybetî hêmanên dewletê pir zêde berpirsyarin. Ji ber ku xwedî wê mîsyonê ne. Mafê hemwelatiyên me heye ku hûn xwedî wan derbikevin û cihê wan ên mayînê ava bikin.”
 
‘Pratîka îktîdarê ya 22 salan ev e?’
 
Sorgul, destnîşan kir ku wan hişyarî ji bo felaketê kirine, lê hikûmetê ji bo ewlehiyê tu amadekariyê nekiriye û wiha pê de çû: “Dibêjin ‘belê me gotibû’ û ev gotin ji bo me ne xweş e. Xwezî we negotiba û şûna wê tedbîran bigirta. Bila beşên dewletê ew qas xweş bixebitana. Ji ber ku gelek beşên dewletê hene. Karê dewletê ew e ku gel biparêzin. Dewlet civak bûn ev tişt e. Divê gel li herêmên maxdûriyetê neyên hîştin û bêxwedî nehêlin. Em li dijî vê yekê derketin û em ê hîn jî derbikevin. Derbarê erdhêjê de daxuyaniyên me yên cuda çêbûn. Cihên ku hatine hilbijartin ji bûyerên keraseta xwezayî re vekirî ye. Em her sal hema hema her mehê bi bûyerên lehî û tofanê re rû bi rû dimînin. Rastiyek me ya bi vî rengî heye. Dema ku rastiyek me ya bi vî rengî heye, divê gavên ji bo plan û proje jî li gor vê yekê bên avêtin. Pratîka îktîdarê ya 22 salan ev e? Mirovan bin kavilan de hîştin e? Piştî kavilan di lehiyê de hîştin e? Ma ew e ku mirov bişînin konên ku we li cîhên pêkenok vedane û piştre wan bihêlin ji qedera wan re? Ma ew e ku mirovan derxîne û dîsa bîne cîhek din?"
 
'Welatî di bin kijan şert û mercan de dijîn?'
 
Songul, diyar kir ku derûniya mexdûran hûn dizanin û wiha bi lêv kir: "Erdhêj dibe, xaniyên wan hildiweşe û travmeyek mezin derbas dikin. Şûna ku tu wan travmayan bidî derbas kirin, hîn pirsgirêkên wan ên mayîna cihekî diyar nekiriyî. Heta niha bi hezaran avahiyên giran û navîn ên xisar hene. Di erdhêjê de 6-7 avahî hilweşiyan û di van avahiyan de mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lê belê avahiyên ku xisarin tu kes nikare tê de bimîne. Ev mirov li ku derê ne û di bin kîjan şert û mercan de ne? Ev mirov nikarin xanî bibînin, ji ber ku pirsgirêka kirê dijîn.”
 
‘Kêmasiyên xwe nikarin bikin stûyê kesek din’
 
Sorgul, ji îktîdarê pirs kir ku ji vê şûnde çi bikin û planên bi çi awayî pêşve bixin û wiha axivî: “Bi hatina cem hev di avakirina bajêr û çêkirina plan û bernameyan bi xwe dûrî rêxistinên pîşeyî hûn ê çi karesatan li pey xwe bihêlin? Ev tiştek pir girîng e. Planek di ne mehek û ne jî salekî de nikarin pêk bînin, ji ber ku ne mimkûne. Ji bo ku di qada civakî de gel jiyana civakî bidomînin û adaptasyona xwe ava bike we çi kar kir? Di pêvajoyek ev qas kurt ne hûnê çawa bikin? Hîna ku welatiyên me birînên xwe nepêçandine, hîn miriyên xwe defnekirine, hîn em nizanin çend kes mirine hûn çawa planan çêdikin û bajar ji nû ve ava bikin. Divê hûn vê baweriyê bidin, lê nadin. Hewl didin ku kêmasiyên xwe bixin stûyê odeyên pîşeyên sivîl. Belê pratika we ya 22 salan gelek têk çû. Carekedin bi amadekirina planek xirap ve hûn nikarin carekedin gel mehkûmê vê yeke bikin.”
 
‘Hûnê Baxceyên Hevselê qirêj bikin?
 
Sorgul, bal kişand ser daxuyaniya Walitiyê Amedê û got piştî baran sekini dê ew welatiyan carekedin bibin li qerexa Çemê Dîcle bi cih bikin. Sorgul, diyar kir ku binesaziya wê derê tuneye û wiha vegot: “Dema ku hûn dîsa bişînin wir, em bêjin li  vir jiyan berdewam kir, karesatek xwezayî nebû. Lê dîsa, bi bicihkirina mirovan, dûrxistina ji jiyanê û îzolekirina wan ji hemû çalakiyên civakî re wê bihêlin. Binesaziya wê derê nîne. Hûn ê çawa sîstema kanalîzasyona binesaziyê saz bikin? Hûnê çem qirêj bikin? Hûnê Baxceyê Hevselê yên ku bi hezaran salî qirêj bikin? Dema ku dixwazin cihek saz bikin, dê jiyana zindiyên bin avê çawa bibe? Divê ew kes bi her awayî wê derê bifikirin. Divê ne Çemê Dîcle, ne Baxceyên Hewselê û ne jî xwezayê qirêj nekin. Kîjan aliyê ve binêrî xirabe. Hûn ji kîjan aliyê ve lê binerin, ew ê bibe cihekî bê zanist, teknolojî, civakî û ekolojiyê. Tu parastina ekolojîk namîne.
 
'Qerexa çem nabe jiyaneke civakî' 
 
Songul, da zanîn ku çima cihên bêaqil hildibijêrin dema ku cihên dikarin ji van deveran li orta bajêr sûd werbigirin û got: "Qerexa çem nabe jiyanek civakî. Kesên ku di vî warî de agahiyên wan tunene radibe li ser vê yekê diaxive. Qaşo cihê bajar yê herî xweş e. Her wiha dê gotin ku dê ji îmarê re bê vekirin. Ev tişt me eleqeder nake. Divê welatî li cihekî rast û rast bi cih bikin. Hûn nikarin ji cihên civakî û tendûristiyê veqetînin. Hûn nikarin wan bi tehlûkeyan re rû bi rû bihêlin. Berpirsyariyek we ya bi vê rengî heye. Divê hûn mafê starbûnê bidin û ewlehiya jiyanê biparêzin. Divê wan mirovan li jiyanê bidin girtin. Mîsyonek we ya bi vê rengî heye. Hebûna we ji ber vê yeke ye. Hûn ji ber gel hene.”
 
‘AFAD, şaredarî û walitî li gorî daxwaza xwe tevdigerin' 
 
 Sorgul, destnîşan kir ku divê li gorî plansaziyên alternatif an jî planan bajar ji nû ve avakirin û got pêkanîna van planan jî karê dewletê ye. Sorgul, da zanîn ku saziyên sivîl, rêxistinên pîşeyî û platforman neçarin ku dînamîkên herî mezin ên vî welatî hişyar bikin, rê nîşan bikin û daxwazê bikin û wiha dom kir: “Bi gotineke din, pêkhateyên ku divê bicivin dewlet in. Ne kare STK û rêxistinên pîşeyê ye. Dema mirov lê dinêre herî zêde ev sazî dixebitin. Me vê yekê di erdhêjê de dît. Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajar a ku li gelek cihan model e hate avakirin û di cih de maseya krîzê hate çêkirin. Ji AFAD û saziyên fermî jî zûtirîn çûn. Hem li meydanê û hem jî di warê alîkariyê de û di çêkirina maseya krîzê de. Dibe ku me li seranserê welêt profîlek pir xweşik xêz kiribe. Ev yek jî nîşan da ku rêxistinbûna STK û rêxistinên pîşeyî çiqas girîng e. Divê ev bibe model. AFAD, şaredarî û walîtî li gor daxwaza xwe li ku bixwazin li wir konan vedidin. Lê divê em bi gelek caran bibêjin xelete û em ê tim bibêjin jî. Em jî wek Semsûr û bajarên din konbajaran ava kir. Lê divê van konbajaran ne platfor, kesên ku pêk bînin hene. Ji ber ku saziyên vergiyê distînin hene. Ji ber vê yekê jî divê vê kare ne STK û ne jî rêxistinên pîşeyî bikin.”
 
‘Helaltî xwestin ne çareserî ye’
 
Sorgul, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hêvî dikin ku pêvajoya ji vê şûnde baş bibe. Em dixwazin ku ew kêmasî û xeletiyên xwe bibînin. Helaltî xwestin ne çareserî ye. Ew bi plan û projeyên xwe dikarin nîşan bidin ku çixwasî cidî ne. Ger ku li cem gelê xwe bin dê samimiyeta wan jî nîşan bibe. Bêxwedîtî xwe li herêmên erdhêjê gelek zêde da nişandan. Li Hatay, Mereş, Semsûr, Meletî û gelek bajarên din welatî xwe bêxwedî hêst kirin. Bêkes mabûn. Kesên ku wan xilas bikin tunebûn. Ev tiştek gelek girîng  e. Wendakirina vê baweriyê, bi taybetî ku saziyên dewletê winda bikin, rewşeke pir û pir xerab e. Pêşiya me hilbijartin heye û dibe ku ji bo ban kesan hîn vaetan bikin. Lê kî/kê tê bila bê divê vê tiştê bigire pêşiya xwe. Divê gel bike navenda xwe. Divê xizmeta kirina gel ji xwe re esas bigirin. Bila neyên nebêjin ku me rê û bendavan çêkiriye. Bila ewlehiya gel biparêzin, baweriyê bidin û cihê pirsgirêka mayînê çareser bikin. Welatê me ji karesata xwezayê re vekiriye. Her carê hêvî û jiyan di bin av û kavilan de dimîne. Ji vê saetê şûnde gel vê yekê qebûl nake. Gel êdî şiyar bûye. Îktîdarê pratika xwe da nişandan. Îktîdarek 22 salan mixabin di bin kavilan de ma û ev yek jî pratika wî ye.”