Agirê Newrozê wê li 39 navendan were vêxistin

  • 16:49 17 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza 2023'yan ku agirê wê yê ewil li navçeya Şemzînanê hate vêxistin, wê li 39 navendan were pirozkirin. 
 
Newroza 2023’yan bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” wê li 39 navendan were pîrozkirin. Di Newroza ku diyarî qurbaniyên Newroza navenda wê Mereşê hate kirin de wê axaftvan û hunermend cilên reş li xwe bikin, qurbanî wê bên bibîranîn û helwesta dewletê ya erdhejê wê were şermezarkirin. 
 
Agirê ewil ê Newroza ku di 10’ê adarê de li Amed 11’ê Adarê jî li Stenbolê bi deklerasyonan starta wê hate dayîn di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate vêxistin. 
 
Pîrozbahiyên Newrozê yên 18’ê Adarê wê di 21’ê Adarê de bên pîrozirin. Her wiha ji ber karesata lehiyê pîrozbahiyên li navçeya Wêranşar a Rihayê bihatina kirin û pîrozbahiyên 3 navendên din hatin betalkirin. 
 
Navendên ku dê di 19, 20 û 21’ê Adarê Newroz lê bên pîroz kirin wiha ne: 
 
19’ê Adarê roja yekşemê
 
Stenbol, Wan, Mêrdîn-Qoser, Colemêrg-Gever, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Denîzlî, Manîsa, Bursa, Trakya, Balikesîr-Ayvalik, Kocaelî-Gebze, Agirî-Bazîd, Bedlîs-Tetwan, Sakarya-Arîfiye
 
20’ê Adarê roja duşemê 
 
Qers, Colemêrg, Agirî, Dep, Erdexan, Erzirom-Qereyazî, Agirî-Panos. 
 
21’ê Adarê roja sêşemê 
 
Amed, Şirnex-Cizîr,  Çanakkale, Balikesîr-Bandirma, Erdexan-Golan, Nisêbîn, Mûş-Mazgîrt.