Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê

  • 15:09 17 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzbûna Newrozê re komîteyên amadekar ên şahiyên Newrozê cihên giştî, kolan û qadên sereke yên li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê dixemilînin.
 
Li bajarê Qamişlo dê mîna her sal Newroz li gundê Hîmo were pîrozkirin. Komên muzîk û govendê yên ku tev li pîrozbaiyên Newrozê yên li Qamoşloyê bibin wiha ne: Koma Botan, Koma Stêra Zêrîn, Koma Kombenda Efrîn A Civakî, Koma Şehîd Welat, komên Mena û Şadî (ji Reqayê), Koma Şehî Osman, hunermend Nesrîn Botan û ji Başûrê Kurdistanê hunermend Pêşewa Remezan.
 
Li navçeya Dêrikê îsal Newroz dê li Bendava Borzê bê pîrozkirin. Komên beşdarî pîrozbahiyê bibin wiha ne: Koma Şehîd Cûdî û El-Feterya, Koma Ava Mezin a Şanoyê, Koma Koçerat.
 
Li navçeya Girkê Legê, pîrozbahî dê li gundê Helêq Newroz were pîrozkirin. Komên beşdarî pîrozbahiya li Girkê Legê dibin jî ev in: Koma Serhildan, Koma Şehîd Alanya, Koma Şehîd Serhed, Koma Endelîb El-Firat, Koma Arêz û Kanî, Koma Hêvî ya şanoyê û Koma Çekdar Ereb a govendê.
 
Li navçeya Tirbespiyê jî dê pîrozbahî li Qada Şehîd Mezlûm Dogan be û ev kom beşdar dibin: Koma Şehîd Xebat, Koma Sebrî ya govendê, Koma Şehîd Roksan, hunermend Danîş Botan, Koma Bala, hunermend Fesîh Hisên û Keder Hisên ji Navenda Hêzil a Çand û Hunerê. Ji Til Birakê jî dê hunermend Talib beşdar bibe, her wiha hunermend Rêber Wehîd û Koma Bavê Teyar jî beşdar bibin.
 
Endamên komîteya amadekar a Newrozê Remziye Mihemed û Ednan Îbrahîm der barê amadekariyên Newrozê de ji ANHA’yê re axivîn.
 
Remziye Mihemed diyar kir ku Newroza îsal dê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” be.
 
Ednan Îbrahîm jî got: “Ez destpêkê Newroza Rêber Apo û hemû gelê Kurd pîroz dikim, ev 3 meh e em ji bo Newrozê amadekariyê dikin. Li her pênc navçeyên me komên dîlan, stran û şanoyê amade ne. Bi rihê Newroza îsal bibe azadiya Rêber Apo û yê tevahî Rojhilata Navîn, me amadekariyên xwe kirin.”