Li Cizîrê di 21'ê Adarê de Newroz tê pîrozkirin

  • 15:09 17 Adar 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiya Newroza Cizîrê ku serî li Walitiya Şirnexê dabû, serlêdana wan hat qebûlkirin.
 
Newroza îsal dê bi dirûşmeya “ Her der Newroz, her dem azadî” li 43 navendan bê pîrozkirin. Yek ji van navendên ku dê Newroz bê pîrozkirin jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Komîteya Amedekar a Newrozê çend roj beriya niha ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li Walitiyê Şirnexê dabû. Walitiyê serlêdanê nirxand û pîrozkirina Newrozê qebûl kir. 
 
Newroza Cizîrê ya ku dê di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê dê bê pîrozkirin saet di 11.00’an de dest pê dike.