TEV-DEM'ê banga rizgarkirina Efrînê kir

  • 12:10 17 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê bang li tevahî hêzên nîştimanî, civakî, jin û ciwanan kir ku Efrînê rizgar bikin, di heman demê de berxwedana şêniyên Efrînê li dijî dagirkeriyê û dorpêça ji hêla Şamê ve silav kir.
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 5'an a dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta tirk û komên girêdayî wê ve û dewama sûcên wan li dijî şêniyên Efrîn û xwezaya wê daxuyaniyek da.
 
"Em bejna xwe li hember şervan û birîndarên ku li hember dewleta Tirk a faşîst tê koşiyan û destanên lehengane xêz kirin, ditewînin.
 
Dagirkirina Efrînê ne hêsan bû, lê belê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di wê yekê de zirarên madî, manewî û exlaqî dîtin û bi rêya sûcên xwe yên derqanûnî û derexlaqî îsbat kir ku hêzeke xwedî zihniyeta faşîst û terorîst e.
 
5 sal di ser dagirkirina Efrînê  re ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve derbas bûn. Lê tiştê dagirkerî û çeteyan pêşkêş kirine, derbekirin û wêrankirina binesaziya çandî, nirxên mirovî û civakî û dîrokî ne. Hemû dizanin ku çawa bi awayekî hov êrişî peykara Kawa kirin, ku bi saya wî hemû dîktatorên zordar di dîrokê de têk çûn. Lê wan bi wê yekê xwe isbat kir ku çete û dagirker in û dijberiya pîvan û rêgezên sîstema demokratîk a li tevahî herêmê dikin.
 
Bi sponseriya dewleta Tirk a dagirker û hin hikumetên dewletên herêmê û hin rêxistinên îslama radîkal ên li Qeter, Kiwêt û Filistinî herêma EFrînê kirin herêmeke herî xeternak û tê e selefî û tundraw li herêmê kom kirin, da ku teror û çeteyan çêkin. Da ku bi hêsanî tev bigerin û wan koman bikin mayîneke li ber teqînê û bi kêfa xwe bi kar bînin. Her wiha avahiyên mêtingehiyê ji bo bicihkirina teror û çeteyan ava kirin ku demografiya herêmê biguherin.
 
Ligel sûcên rojane, sûcên dermirovî û sûcên li dijî nirxên xwezayê ji qutkirina daran, dizîn, talankirina mal û milkan û revandina welatiyan, belavbûna komên çete bi nav û nasnameyên cihêreng û alîkarîkirina wan bi çete û perwerdekirina fikrê tundaraw, Efrînê di nava xwe parçe parçe kirin. Her parçeyek bû navenda perwerdekirina nifşên nû yên tundraw û terorê. Ev yek li pêş çavên civaka navnteweyî pêk tê û wê piştre mirovahî ji aliyê ewlehî û îstîqrarê ve rûbirûyî xeteriyekê rasteqîn be.
 
Dagirkerî û çeteyan ewlehî û îstîqrara herêmê hedef girtin û jiyana zarokên Efrînê tarî kirin, ew ji mafên wan tecrîd kirin, nehiştin bi zimanê xwe bixwînin û navên Kurdî li wan werin kirin. Heta çanda tarî jî li ser jinan hate ferzkirin, da ku dûrî edat û çanda jina Efrînî be.
 
Efrîn îro di rewşeke bêîstîqrarî û bêewlehiyê de û rewşên trajedîk ên herî dijwar de dijî. Ji ber dewleta Tirk a dagirker kîna xwe li hember vîn û berxwedana gelan, di serî de Berxwedana Serdemê ku rûpelên lehengiyê di 58 rojan de nivîsandine, pêk tîne. Berxwedana Serdemê li hember dewleta Tirk a faşîst ku xwedî artêşeke terora cîhanê bi rê ve dibe, li ber xwe da û destanên lehengiyê nivîsandin. Her wiha hîna dagirkerî li herêmên Şehbayê şerê qirkirinê li dijî şêniyên Efrînê dimeşîne, sûcên dermirovî, ruxmî hebûna nuqteyên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê, pêk tîne.
 
Em TEV-DEM'ê helwestên exlaqî û mirovî yên şêniyên Efrîn û berxwedana wan li hundirê Efrînê, hemû koçberên li Şehba ku bi lehengî li dijî dagirkeriyê ji aliyekî ve û li dijî dorpa hikumeta Şamê ji aliyekî din ve li ber xwe didin, pîroz û silav dikin.
 
Divê hemû hêzên nîştimanî, siyasî û çalakiyên çandî yên civakî, saziyên civaka sivîl, tevgerên jinan û ciwanan dikin ku rizgarkirina Efrînê bixin rojeva xwe ya pêşîn û li ser felsefeya hevgirtinê bi Berxwedana Serdemê têkoşîn û berxwedana dîplomasî dewam bikin, da ku dagirkirina Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi dawî bikin."