Tevî nexweşiyên xwe Nûdem Durak nayê berdan

  • 10:12 17 Adar 2023
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Nûdem Durak a ku ji ber stranên kurdî dibêje hat girtin tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan. Ji ber şerdên girtîgehê yên giran nexweşiyên mîna helandina hestiyan û guatira bi jehrî di Nûdemê de derketine. Tevî ku gelek raporên nexweşxaneyê yên Nûdemê hene jî nayê berdan. 
 
Li girtîgehên zext û zordestî lê dewam dikin girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Ji ber tav li hundurê girtîgehan naxe loma jî nexweşî lê zêde dibin. Ji ber stranên kurdî digot hunermend Nûdem Durak ji 22'yê Nîsana 2015'an de ye girtiye. Nûdemê ji ber şerdên girtîgehê û greva birçîbûnê bi nexweşiya guatira jehrî û helandina hestiyan ketiye. Lê belê tevî kampanyaya navneteweyî ya "Ji bo Nûdemê azadî" (Free Nudem Durak) Nûdemê nehat berdan. 
 
Ji bo stranên Kurdî 19 sal cezayê girtîgehê 
 
Nûdemê li Bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê di 1988'an de hat dinê. Di zarokatiya xwe de stranên kurdî digot. Di sala 2012'an de di 14 saliya xwe de ji ber stranên kurdî hat girtin. Salekê şûnde tehliye bû. Piştî demek kin dîsa 9 mehan di girtîgehê de ma. Lê belê cezayên ji bo wê hatin dayin nebû asteng ku ew dev ji hunera xwe berde. Nûdemê di 22'yê Nîsana 2015'an de dîsa hat girtin û ji ber du dozên cuda 19 sal ceza ji bo wê hat dayin. Nûdemê berê birin Girtîgeha Mêrdînê lê piştre ew birin Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê.  
 
Divê li derve tedawiya wê dewam bike
 
Nûdemê piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin. Nûdemê di 1'ê Adara 2019'an de ket girevê û 87 rojî di grevê de ma. Hem ji ber şerdên girtîgehê hem jî ji ber çalakiya greva birçîbûnê gelek nexweşî di wê de derketin. Hestiyên wê dihelin û pirsgirêka wê ya dîtinê jî rû daye. Niha ji ber guatira jehrî jî Nûdemê tedawiyê dibîne û divê vê tedawiya wê li derve bê kirin. 
 
Ji bo Nûdemê kampanyaya azadiyê 
 
Ji bo Nûdema ku ji ber stranên kurdî got ceza lê hat birîn di qada navneteweyî de kampanyaya "Free Nudem Durak" (Ji bo Nûdem Durak azadî" hat destpêkirin. Di 19'ê Sibata 2022'yan endamê koma muzikê ya bi navê Pink Floyd a navdar, Roger Waters ji bo Nûdem bê berdan bang li Serekomar Tayyip Erdogan kir. Roger li ser gitara xwe ya di turneya 2017-2018'an de ku li ser vê gîtarê peyamên hunermendan hebû ji Nûdemê re şand lê belê rêveberiya girtîgehê nehişt ev bigihêje ber destên Nûdemê. Li cîhana hunerê ya Tirkiyeyê ji bo Nûdemê têra xwe deng derneket. 
 
Gelek raporê wê heye
 
Tevî ku gelek raporên bijîşkan dane Nûdemê jî dîsa tê girtin. Nûdemê li girtîgeha ku tav nabîne li berxwe dide û divê li derve tedawiya xwe bidomîne.