Kesk sor û zer Bîşeng û Newroz

  • 09:03 17 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîşeng Anik a  li Şirnexê di 92’an de hat qetikirin bû sembola Newrozê û piştre riya hezaran kesî vekir.  Bazinê kesk sor û zer yê di îşkencexanê di zenda wê de bû, peyama berxwedanê hîna jî dide.
 
Newroza ku di dîroka gelê de Kurd de cihekî girîng digire û têkoşîna azadiyê mezin dike  îsal bi şîara ‘Her der Newroz her dem azadî’ tê pîrozkirin.  Yek ji Newrozên di alî Kurdan de mohra xwe li dîrokê daye ya 1992’ane. Wê salê li Cizîr, Nisêbîn, Şirnexê Newrozê mohra xwe li dîrokê da.  di heman deme de bi pêşengiya jinê derbasî dîrokî bû. Yek ji van Newroza Şirnexê ya 92’an bû.
 
Nayê zanîn çend kes haitn qetikirin
 
Li Şirnexê desthilatdariya demî Newroz qedexe kir û li her derê polîs û leşker bi cih kikr.  Êrîşên dijwar pêk hatin. 47 kes li qada Newrozê bi giştî 103 kes hatin qetiklirin. Li gorî daneyên fermî jî 12 kes derbasî qeydan bûn.
 
Furya girtin û binçavkirinê
 
Ligel welatiyên hatin qetilkirin û birîndarkirin, bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin.  Gelek welatiyên Şirnexê jî piştî êrîşan neçarî koçberkirinê kirin.
 
Sembola Newrozê Bîşeng
 
Di Newroza 92’an a Şirnexê de berxwedan, serhildan û komkujî hebû. Gel tevî qedexe û komkujiyê li ber xwe da. Piştî Newrozê sê rojan bajar hat wêrankirin. Wisa derbasî dîrokê bû. û Bîşeng hebû. Navê xwe li dîrokê nivîsî. Bîşeng Anik bû sembola Newrozê. Bîşengê di temenê biçûk de têkoşîn azadiyê nas kir. Xwendekara lîseyê bû. Bandor li hemû aliyên xwe kiribû. Roja Newrozê jî ew jî derketibû kolanê. ew jî nav gel de berxwe dide.   Di furya binçavkirinê de ew jî ha binçavkirin û birin îşkencexanê.
 
Derewa fermî
 
Bîşeng ji ber sekna xwe ya li dibistanê dihat zanîn û ji ber vê jî bi taybet hedef hatibû girtin. Piştî sê rojên îşkencexanê cenaza Bîşengê didin malbatê. Îdia dikin ku Bîşengê întîxar kiriye. Hem jî bi çeka di bin nivîna polîsekî de.  Waliyê dewletê  got ‘Keça ciwan navberekê ji ser hişê xwe diçe, ew li nivîna polîsekî nobedar razandine ku bîhna xwe bide.  Li wir çeka di bin nivînê de digire û berdide serê xwe.’  Lê dema malbatê cenaze girt bedena Bîşengê di nav xwînê de bû û bazinê kesk sor û zer yê nav kulma wê de bû her tişt vedigot. Bîşengê hêza xwe ya ji bazinê kulma xwe girtibû û derewa fermî baş vedigot.
 
Bi hezaran Bîşeng
 
Piştî salan şûnde îtîrafkarekî jî got Bîşeng hatiye qetilkirin. Derewa fermî ya dewletê jî deşifre kir. Lê der barê vê de tu tiştek nehat kirin. Bîşeng îro jî hîna sembol e. Bi hezaran Bîşengên ku navê wê hildan li ser rêya wê dimeşînin.