Li nîvê jinên zanyar êrîşa zayendî tê kirin

  • 21:44 16 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî anketek navneteweyî, nîvê zanyarên jin mexdûrên êrîşên zayendî ne.
 
Li gor lêkolîneke navneteweyî ku ji aliyê saziya ankete ya Îpsosê ve ji bo Weqfa L'Oréal hat kirin, ji du jinên zanyar  yek bi êrîşa zayendî re tê rû hev.  Li gorî  anketa li 117 welatan nêzî 5 hezar jin tevli ankete bûne û ji sedî 49’ê jinan gava ku ji xwe re kariyer kirine bi êrîşa zayendî re hatine rû hev. Nîvê  van êrîşan, sala 2017’an piştî ku tevgera #MeToo derketiye holê, hatine kirin.
 
Li gorî ankete ji sedî 65’ê jinên lêkolîner, rewşên wiha ku li pênc parzemînan qewimîne, bandorek neyînî li ser kariyera wan kiriye. Anket, bi 50 saziyên giştî û yên taybet re, di warê teknolojî, endezyarî û matematîkê de hat kirin.