Li Enqereyê banga ji bo Newrozê

  • 21:43 16 Adar 2023
  • Rojane
ENQERE- HDP û DBP'ê li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê vêxistin. Ji bo pîrozbahiya ku dê di 19'ê Adarê de bê kirin bang li her kesî hat kirin. 
 
Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, ji bo beşdariya li pîrozbahiya Newrozê ku dê di 19'ê Adarê de li Enqereyê bê kirin, bang kir. Hevseroka HDP'a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, Hevderveka Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP) a Heêrma Anatolyaya Navîn Guvercîn Aras û ji rêveberiya HDP'a Yenîmahalleyê Îsmet Îlkûtlû li qada Bazara Ergaziyê ji bo beşdariya li pîrozbahiya Newrozê bang kirin. 
 
Gel û esnafên bazarê bi nîşana serketinê û berzkirina dirûşmeya "BIjî Newroz" bersica bangê dan. Piştî bangawaziyê li têketina bazarê agirê Newrozê hat vêxistin û kesên li dor agir xwe di ser agir re çeng kirin.