Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan bû 17

  • 18:17 16 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di encama lehiya li Riha û Semsurê rabû de hejmara kesên jiyana xwe ji dets dan bû 17. Ji bo 5 kesên winda jî xebata lêgerînê didome.
 
Şiliya ku li herêma erdhêjê bandor kir bû sedema lehiyê û di lehiya Rihayê de 14 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji bo 5 kesên winda jî xebat didomin.
 
Li navçeya Tut a Semsurê jî 2 kesên di konteynira li baxçeyê xwe ava kiribûn bi ber lehiyê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo du kesan jî xebat didomin.
 
Di lehiya li Rihayê de nasnameya 11 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin diyarkirin. Yên jiyana xwe ji dest dan  Kîbar Polat, Naîle Polat, Emîne Başbug, Muhammed Sabuncu, Omer Faruk Bayaslan, Halîl Çoban, Beyem El Dervîş, Futeyîm El Şahîr, Zehra El Beyt, Teybet El Dervîş û Halît El Dervîş  e.