Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir

  • 16:42 16 Adar 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Di encama muzkareyên di navbera HDP, TÎP û EMEP’ê de aliyan li hev kir. 
 
Civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya saet di 11.00’an de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kirî hêj berdewam e. Civîn, bi rojevên namzetiya serokkomariyê û hilbijartina giştî tê lidarxistin. HDP’ê pêşniyar kir ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê lê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) li dijî vê pêşniyarê derketin û xwestin ku bi lîsteya xwe bikevin hilbijartinê. 
 
Li ser vê yekê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz re hevdîtina muzakereyê kirin. 
 
Di encama hevdîtinan de aliyan li hev kir. Tifaqa Ked û Azadiyê dê hûrgiliyên lihevkirinê bi awayekî nivîskî weşîne.