Amadekariyên ji bo Newrozê

  • 16:00 16 Adar 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê amedekariyên cur bi cur ji bo pêşwazîkirina Newrozê tê kirin.
 
Newroz wateyeke wê zor bi nirx û gewre heye. Ew nîşana rojeke nuh; rojeke wekhevî, azadî, aştî û aramî, lê hîn girîngtir ji bo me Kurdan roja serhildan û berxwedanê ye. Ji lewre jî dijminên me ji sedê salan ve nexwestine em bi şahî Newroza xwe bikin. Her û her dek û dolab, wêrankirin, kuştin, darvekirin, lêdan û îşkence para vî miletî bûye. Lê gelê Kurd bi hemî şêweyan li ber xwe daye, û xwestiye bi Newroza xwe şa bibe. Di pir salan de jî qurbanî ji bo va roja pîroz dane. Lê em ji bîr nekin tevî bûyera erdhejê ku bi hezara welatî ji Bakur heyanî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn qurban lê dîsa jî jî gelê kurd dest ji şahiya Newrozê bernedan. Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi awayên cur bi cur amedekarî ji bo Roja Newrozê tê kirin.
 
Tax ji aliyê Meclîsa Giştî û Kongreya Star ve kolan bi kolan bi alên Kongreya Star û YPG û YPJ'ê hatin xemilandin. Her wiha pankartên ku wêneyên agir li ser hatiye neqişandin li kolanên Eşrefîyê û Şêxmeqsûd Şerqî û Xerbî hatin dalqandin.
 
Yê herî zêde şahiya Newrozê bi coş dike çand û huner e ji bo wê jî Kevana Zêrîn û Navenda Cemîl Horo ya bajarê Helebê ev bû zêdetirî 7 rojan ku bi govend û stranên xwe amadekariyê ji bo Newrozê dikin. 
 
Govenda pekrewan Serhed û Stêrkên Efrînê bi govendên xwe yên cur bi cur wê Newroza 2023'yan pêşwazî bikin.