Li Wanê li ser Komkujiya Helebceyê panel hat lidarxistin

  • 15:43 16 Adar 2023
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê bi munasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê panela "Komkujî û têkoşîna li dijî komkujiyê" hat lidarxistin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, HDP, Partiya Çep a Kesk, bi munasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê panela "Komkujî û têkoşîna li dijî komkujiyê" hat lidarxistin. Li ŞanoWana Rêya Armûşê ya Wanê panel hat lidarxistin û moderatortiya panelê jî ji Kovara Jineolojiyê Neslihan Şedal kir. Di panelê de pankarta "Em Komkujîya Helepçeyê ji bîr nakin" hat vekirin. Di panelê nivîskar Heval Dilbahar û civaknas Selahaddin Biyani pêşkêşî kir. 
 
'Êriş li dijî têkoşîna gelê kurd e'
 
Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat temaşekirin. Piştre Neslihan Şedal axivî. Neslihanê da zanîn komkujiya Helebceyê qirkirina li dijî têkoşîn, îrade û hebûna gelê kurd e. Neslihanê got:"Sedema bingehîn a vê êrişê tunekirina siberoj û têkoşîna gelê kurd e. Îro jî ev zext û polîtîka didomin. Li dijî TJA ya ku li dijî vê sîstemê li berxwe dide operasyon tê lidarxistin. Ev van operasyonan şermezar dikin. Em vêya dîsa şermezar dikin."
 
Selahaddin Biyani da zanîn ku Helebce parçeyekî Enfalê bû û got bi awayekî sîstematîk ev qirkirin pêk hat. Selahaddin got ew li dijî êşê hîn bêtir têkoşîna xwe mezin dikin. 
 
Heval Dilbihar da zanîn îro li gelek zanîngehan paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî ders tê dîtin û got bi saya vê ekol û paradîgmayê niha destkeftiyên gelê kurd hene. 
 
Panel bi pirs û bersivê bi dawî bû.