Meclîsa Gel a Mexmûrê komkujiya Helebceyê şermezar kir

  • 11:59 16 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Mexmûr'ê bi daxuyaniyekî Helebcê bi bîr anî û got: "Bêdengiya dewletan û bêdengiya partiyên kurd hevkariya wan a bi vê qirkirinê re dide nîşandan.”
 
Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî nivîskî 35’emîn salvegera komkujiya Helebceyê bi tundî şermezar kir û bang li raya giştî kir da ku çavên xwe ji qirkirinên li ser kurdan negirin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di 16’ê Adara 1988’an de, Rejîma Baas bi rêveberiya, Berpirsê Ofîsa Rêxistina Bakur, Elî Hesen Mecîd xelkê me yê Helebceyê kîmyabaran kir. Di encama kîmyabaranê de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Bi vê kîmyabaranê xwestin tevahî Gelê Kurd qir bikin. Kîmyabaranên ku li ser Gelê Kurd hatine pêkanîn ne yek û ne dû ne. Li dijî Gelê Kurd ev 103’ê salin kîmyasal tên bikar anîn.
 
Di nava salên 1920’î de li dijî berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî ya li Silêmaniyeyê, Îngilîzan ji balafirên şer gazên bi jehr avêtin û 5 heta 10 hezar Kurd qetil kirin. Li Dêrsimê Di salên 1937-1938’an de, di dema Qirkirina Dersimê de ji ber ku dewleta Tirk gazên bi jehr bi kar anîn 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Her wiha bi sedan caran, ji aliyê dewleta Tirk ve, li dijî gerîlayên azadiyê, çekên kîmyewî û qedexekirî hatine bikaranîn û niha jî li Zapê tên bikar anîn. Gelê Kurd ji van qirkirin û sûcên dijî mirovahiyê ne dûre û mixabin ji nêz ve jiyan kirine.
 
Em wek Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, di 35’emîn Salvegera Kîmyabarana Helebceyê de, tevahî cangoryiyan bibîr tînin û kîmyabaranê bi tûndî şermezar dikin. Bêdengiya dewletan û bêdengiya partiyên Kurd hevkariya wan a bi vê qirkirinê re dide nîşandan. 
 
Em wek gelê Mexmûrê heta dawî li gel xelkê xwe yê Helebceyê ne û em bang li raya giştî dikin, çavên xwe ji qirkirinên li ser Kurdan negirin. Duh Helebce dihat kîmyabarankirin, îro jî Zap tê kîmyabarankirin. Dûbare bi navê Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 35’emîn salvegera komkojiya Helebceyê de tevahî qurbaniyan bibîrtînin û van komkojiyan bi tûndî şermezar dikin.”