Li Rojhilat Newroz: Li dijî nebaşiyê berxwedan her dem heye

  • 09:06 16 Adar 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Jinên Rojhilat û Îranê Newrozê bi serhildanê pêşwazî dikin. Endama KJAR’ê Aso Kamalî wiha got: “Li dijî nebaşiyê têkoşîn her tim heye. Divê Kurd wek biharê bin.  Divê li ber xwe bidin, ji bo ronahiyê têbikoşin û ligel vê ji bo başiyê bînin têbikoşin.”
 
Newroz ku koka wê xwe dispêre 3 hezar sal bere roja nû, vejînê nîşan dide.  Newroza ku 21’ê Adarê de tê pîrozkirin li gorî bawerî û çîrokan nêrînên cuda derbarê wê de hene. Lê Newroz ji bo Kurdan azadî û berxwedanê temsil dike.
 
Zarokên li Zagros azad bûn
 
Beriya Zayînê  Kawayê Hesinkar li dijî Qiralê Asur Dehaq serî  hil dide û Newroz roja destpêka têkoşîna wî tê vegotin.  Gelo Newroz li cem Kurdan çawa veguherî roja vejînê? Li gorî efsaneyê  Qiralê Asur  Dehaq bi nexweşiyekê dikeve. Ji bo dermankirina vê nexweşiyê jî  doktor dibêjin divê mêjiyê du ciwanan li birînên wî bên kirin. Li ser vê Dehaq her roj mêjiyê du ciwanên Kurd dixwaze ku bînin li birînên wî bidin. 
 
Kawa ku zarokên xwe winda dike, dixwaze tola zarokên xwe û ciwanan bigire. Dema tên zarokên Kawa digirin, dixwaze ew jî bi zarokên xwe re biçe û ew jî ligel zarokên xwe diçe qesra Dehaq. Kawa li qesrê sere Dehaq jê dike û qesrê dide ber agir. Ciwanên  li çiyê ku vî agirî dibînin bi agirên pê dixin vê pîroz dikin. Ev vegotina efsaneyê ye. Lê Kurdan di roja îro de Newroz hîn bêtir watedar kirine û veguhertine roja bilindkirina têkoşînê. 
 
Agirê azadiyê ji nû ve ji bo gelê Kurd pêxist
 
Newroz her çiqas wek efsane be û çîrok bê vegotin ji 50 sal berê ji bo gele Kurd  agir ji nû ve hat pêxistin. Li dijî fermanên li hember Kurdan hatibûn îmzekirin li Enqereyê agirê Newrozê hat pêxistin. Di 21’ê Adara 1973’an de  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Bendava Çubuk ciwanên Kurd anîn gel hev.
 
Gel ji nû ve vedije
 
Li gorî Abdullah Ocalan Newroz serhildan, berxwedan û vejîn e û  îro jî bi felsefeya wî ya ‘Jin jiyan azadî’  re bûye yek û li Îran û Rojhilata Navîn zindî bûye. Tevgera ku bi perspektîfa azadiya jinê bûye yek, di agirê tê pêxistin de jî xwe dide der. Agirê li dijî qralên zalim tê pêxistin, li Tirkiye, Îran, Rojhilat, Sûriye û Rojava zindî ye. 
 
Têkşoîna jinê ya bi agirê şoreşê re bû yek
 
Li Rojava piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilat agirê şoreşê hat pêxistin. Ev berxwedan bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bû yek û li dijî polîsên ahlaqê têkoşîn meizn kirin. Ligel hemû tundî û çavsoriya hikûmeta Îranê, têkoşîn nehat şikandin.  Gel îsal Newrozê bi daxwaza jiyanek nû û daxwaza şoreşê pêşwaz dike.
 
‘Serhildanek û berxwedan’
 
Endama KJAR’ê Aso Kamalî der barê hêza yekûyîya Newrozê de axivî û got ev ji pîrozbahiyekê wêdetir berxwedan e û wiha dirêjî dayê: “Xwîna şehîdan tevli agirê berxwedanê bûye. Di vê roja serhildanê de Kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî li Rojhilat û her çar parçeyên Kurdistanê  NewrozÊ pîroz dikin. Newroz remza çanda Kurdistanê ye. Li Kurdistanê tevî gelek ol û baweriyan her sal mirov di Newrozê de tên gel hev.  Em cil û bergên xwe li xwe dikin û stranên xwe yên Kurdî dibêjin. Di heman deme de ev roj roja şerê ku Kawa li dijî Dehaq daye ye.  Ev berxwedana li dijî kampanya El Enfal ya tîran Saddam Huseyîn ku li Helepçê komkujî pêk aniye.”
 
‘Divê Kurd wek biharê bin’
 
Aso  destnîşan kir niha çiya ji nû ve şîn dibin û şerê li dijî nebaşiyan jî didome. Aso wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo berxwedan û ronahiyê şerkirin her tim heye. Ronahî û agir di navenda vê pîrozbahiyê de ye. Wateya vejîn û jiyana nû diafirîne. Ev ji bo me Kurdan brexwedan e. Ahura Mazda li dijî taritiyê berxwedan fêrî Kurdan kir. Di 21’ê Kanûnê de em ê di mîhrîcana  Yaldeh de ronahiyê bibinin.  Di Newroza ku ekinoksa biharê ye de kulîlk vedibin, çiya ji nû ve şîn dibin û ronahî ji nû ve zindî dibe.Li dijî nebaşiyê şer her dem heye. Divê Kurd jî wek biharê bin. Divê li ber xwe bidin û başiyê bînin.”
 
Aso wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ala Kurd sembolek mezin a Newrozê ye. Newroz jî sîmgeya alê ye.  Xwîna şehîdan temsil dike.  Newroz jiyana ji nû ve temsil dike. Beriya Newrozê roja çarşemê li Rojhilat bi Çarşema Sor (Charchanbe Soorî) dest pê dike bi pîrozbahiya Çarşema serê Nîsanê ya Êzidiyan û seranserê meha Nîsanê bi pîrzbahiya Buka Salê ya Melekê Tawis didome.” 
 
Aso her wiha strana pîrozbahiyê jî lê zêde dike:
 
Hat çarşema sorê,
 
Nîsan xemilandibû bi xorê,
 
Ji batin da ye bi morê.
 
Hat çarşema sor û zerê,
 
Bihar xemilandîbû ji kesk û sor û sipî û zerê,
 
Me pê xemilandin serederê."