Canan Yuce: Mirov nikarin şîna xwe bikin

  • 09:05 16 Adar 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
HATAY - Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce da zanîn ku polîtîkayên globalkirinê yên desthilatdariyê wê li Hatayê vala bên derxistin û got piştî erdhêjê bêkoordnasyonbûnê berdewam kiriye, mirov ji ber şerê tê meşandin nikarin şîna xwe bikin.
 
Piştî erdhêja ku navenda wê Mereş bû pêk hat bîlaçoyek giran derket holê û yek ji  bajarên ku herî zêde bi bandor bû jî Hatay bû. Hevseroka Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce ku ji roja ewil de li Hatayê alîkarî dide gel û ji bo pêvajoya avakirinê têdikoşe, der barê erdhêjê de nirxandin kir.
 
‘Lêgerîn û rizgarkirin qels bû’
 
Cananê diyar kir ku mehek di ser erdhêjê re derbas bûye û tiştên roja ewil gotine her tim dubare dikin ûgot: “Xebatên xilaskirinê qels bûn. Bi dehen kesî ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest dan. Tu hişyarî der barê avahiyan de nehat kirin tedbîr nehatin girtin. Piştî erdhêjê her tişt derket holê. Bêkoordînasyonbûn hebû. Li wir ne walî ne şaredar û ne jî AFAD hebû. Ez roja duyem hatim vir. Mirovan digot ‘dewlet tune ye, AFAD tune ye, ekîbên xilaskirinê tune ne’. Di roja çaran de ekîbên hatin  qels bûn. Em dizanin ku roja sisya krîtîk bû. Ekîbên xilaskirinê roja sêyem dest bi xebatan kirin.”
 
‘Mirov nikarin şîna xwe bikin’
 
Cananê da zanîn ku gel ji ber nasnameyên xwe jî rastî cudakariyan hatine û wiha domand: “Mixabin me ev hest li qadê bixwe jiya. Em diçûn kîjan kolanê hewara gel bû. Gelek winda hebûn. Gelek kes li gorên bêkesan hatin definkirin. Gelek kes hîna nehatine dîtin. Mirovên vir ji ber têkoşîna jiyanê şîna xwe jî nekirin. Em hîna bi wan re mijûl dibin.  Mehek zêde derbas bû hîna pirsgirêka konan çareser nebûye. Rojê daxwaza 10-15 kon tê. Lê ne pêkane em vê bînin cih. Gelek konên tên AFAD dest dide ser. Em nizanin dibin ku derê jî. Hedefa me ev e ku mirov di alî starbûn û tenduristiyê de baş bin.  Piranî konên tên dayîn ne li gorî şertên havînê ne jî li gorî şertên zivistanê ne.  Zarokên pola yekem xwendin û nivîsandin ji bîr kirin. Divê demildest di alî perwerde, tenduristî û jinan de tedbîr bên girtin.”
 
‘Pir zêde tundî heye’
 
Cananê wiha dirêjî daye: “Divê aliyê dîrokî yê bajar xera nekin û ji nû ve çêbikin. Hatay cihekî pir çandî ye. Divê li gorî dîroka wê bê avakirin. Divê li vir hawireke ku her kes dîsa ligel hev bijî bê avakirin. Em hikûmetê hişyar dikin.  Divê sazbûna dîrokî ya Hatayê neyê xerakirin.Me got dewlet tune ye lê dewletê OHAL îlan kir. Piştre jî kolan tije leşker kirin. Gelek bûyerên tundiyê hatin jiyîn. Kî hat pêş wan tundî lê kirin.  Gelek rojnameger, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li qadane. Piştî demekê divê raporên pir alî bên derxistin. Em hîna nû destpê dikin. Em ji bo avakirina Antakya, Îskenderun, Samandag û Arsuz banga piştevaniyê li her kesî dikin. Bêguman ev piştevanî ji bo hemû herêmên erdhêjê derbasdare. Divê em polîtîka desthilatdariyê ya cudakar jî teşhir bikin. divê siyaseta globalkirinê bê teşhîrkirin.”