Wanî ji bo Newrozê amade ne

  • 09:04 16 Adar 2023
  • Rojane
 
WAN - Jinan diyar kirin ku wê 19’ê Adarê bi cil û bergên xwe yên kurdî li Keleha Wanê bin û gotin: “Em ê bi govend û tilîliyan rengê jinan bibin qadan. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê.”
 
Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di 10’ê Adarê de li Amedê bi dirûşma ‘Her dem Newroz her dem azadî’ bernameya Newrozê hat dekerekirin. Newroza îsal wê bi piştevaniya gelê herêma erdhêjê bê pîrozkirin. Li Serhedê jî wê li 19 navend, navçe, bajarok û gundan pêk bê. Jinên Wanê beriya  Newroza Wanê ku di 19’ê Adarê de tê pîrozkirin de axivîn
.  
Kumru Sungur da zanîn ku ji temenê biçûkatiyê de tevli Newrozê dibe û got wê tevî hemû zextan qadan terk nekin, gel zextan qebûl nake.
 
‘Em rengê jinan dibin qadan’
 
Jina bi navê Huriye jî destnîşan kir ku ew Newrozê bi govend û tilîliyan pêşwaz dikin û wiha dirêjî daye: “Em rengê jinan dibin qadan. Coşa gel a li qadê motive ye. Rojên Newrozê kes li taxa me li malê namîne. Tenê em naçin. Her kes diçe. Em her kesî vedixwînin Newrozê.”
 
‘Sembola hebûnê ye’
 
Fatma Çakiltaş jî Newroza her kesî pîroz kir û bi lêv kir ku Newroz sembola azadî û hebûnê ye û wiha balkişand ser astengiyan: “Salên dawî de Newroz her tim tê astengkirin. Newroz cejna me ye. Sembola hebûna me ye. Ez bang li hemû jinan dikim. Divê rabin ser piyan. Divê gele Kurd êdî şiyar be.”
 
‘Em amade ne’
 
Mercan Cavgul jî ev tişt bi lêv kir: “Newroz cejna Kurdan e.  Serkeftin wê ya me be. Em amade ne. Wek her sal em ê îsal jî agirê Newrozê vêxin. Em ê bi cil û bergên xwe yên kurdî li qadê bin.”
 
Sedefnur Ayna jî balkişand ser Newrozê û got Newroz ji bo wê tê wateya aştî û azadiyê . Jina bi navê Elîf Karabulut jî diyar kir ku Newreoz  azadiya civakê temsil dike û got ew bi hêviya jiyaneke azad Newrozek azad dixwazin.