ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 16 Adar 2023
  • Rojev
 
*Dayika girtiyê bi navê Fîkret Erden Sidika Erden destnîşan kir ku di erdhejê de girtiyên li girtîgeha Mereşê bi mirinê re rûbirû hatin hiştin û banga xwedî derketina li girtiyan kir. DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Aşagi Kuyumcular ku yek ji navendên erdhêjê bû xaniyek jî lê nemaye, welatî ji bo avakirina civaka nû bi hêza xweser xwe rêve dibin û jiyana komunal ava dikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku wê 19’ê Adarê bi cil û bergên xwe yên kurdî li Keleha Wanê bin û gotin: “Em ê bi govend û tilîliyan rengê jinan bibin qadan. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce da zanîn ku polîtîkayên globalkirinê yên desthilatdariyê wê li Hatayê vala bên derxistin û got piştî erdhêjê bêkoordnasyonbûnê berdewam kiriye, mirov ji ber şerê tê meşandin nikarin şîna xwe bikin. DÎMEN HEYE
 
*inên Rojhilat û Îranê Newrozê bi serhildanê pêşwazî dikin. Endama KJAR’ê Aso Kamalî wiha got: “Li dijî nebaşiyê têkoşîn her tim heye. Divê Kurd wek biharê bin.  Divê li ber xwe bidin, ji bo ronahiyê têbikoşin û ligel vê ji bo başiyê bînin têbikoşin.”
 
*Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay der barê hilbijartinan de got: “HDP û pêkhateyên wê di bin yek sîwanê de diçin hilbijartinan. Di van şertên faşîzmê de li şuna hesabê partiyan bên kirin bi hêzên demokratîk re divê formula serkeftinê bê dîtin.” DÎMEN HEYE
 
*Yek ji şahidên jenosîda Helepçeyê Banû Helebçeyî diyar kir ku jenosîd hîna berdewam e û got: “Îro di nava axa Başûrê Kurdistanê de car din li Şengal û qadên parastina medyayê jenosîd berdewam in. Em hêvîdar in ku gel dijminên xwe êdî baş nas bikin û li hemberî wê di nava hewldanan de bin. Divê em Helebçeyê baş bizanin, baş binirxînin.”  DÎMEN HEYE
 
*Girtiyên li Girtîgeha Şakranê têkildarî Newrozê peyama xwe parve kirin û gotin:"Ji zindana Şakranê heta Amedê em we hemûyan bi germahiya agirê Newrozê silav dikin û bi rihê Hemleya Dema Azadiyê Newrozê pîroz dikin ."