Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin

  • 08:49 16 Adar 2023
  • Rojane
WAN - Li Wanê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek jin hatin binçavkirin. 
 
Li Wanê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serda girtinê de Hevşeredara HDP'ê ya Seravê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Caziye Duman, Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya SERHAT GOÇ Gulşen Kurt, endama Meclîsa Şaredariyê ya Rêya Armûşê Ozlem Tuci, Hatice Bariştiran, Hevseroka Partiya Çep û Keskan a Wanê Gunul Uzunay, ji MEBYA-DER'ê Hanim Kaya, Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kaya û endama Meclîsa Şaredariya Tuşbayê Songul Işik bi tevahî 9 jin hatin binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku 9 jin, bi hinceta ku di 8'ê Adarê de di meşê de dirûşm berz kirine hatine binçavkirin. Jinên ku hatîn binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.