Mêrdîn jî di bin avê de ma

  • 19:39 15 Adar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN –Li Mêrdînê ji ber barana barî di serî de gund gelek cih di bin avê de man û welatiyan zehmetiyên mezin kişandin.
 
Li Mêrdînê ji ber barana barî welatiyan zehmetiyên mezin kişandin û li navçeyên wê jî gelek tax di bin avê de man. Gundên girêdayê Qoserê di bin avê de man û li taxa Heşerî  kanala avê serde çû. Hat hînbûn ku li gundên girêdayê navçeyê lehî rabûye û riya Qoser-Wêranşarê jî ji ber lehiyê trafik xitimand.