Biryara bêrayebûnê ya der barê Semra Guzel şandin Enqereyê

  • 17:39 15 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Der barê parlamentera HDP’ê Semra Guzel de doza bi daxwaza ji  3 salan heta 7 sal û nîvan  hatibû vekirin û doz bi biryara bêrayebûnê şandin Enqereyê.
 
Ji ber wêneyekî di 2017’an de hatibû kişandin der barê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel de di 3’ê îlon a2022’an de destnedan hat rakirin û bi sûcdariya ‘di belgeya fermî de sextekarî’ doz hatibû vekirin. Doz bi biryara bêrayebûnê şandin Enqereyê. 
 
Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amadekirin û 23’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê îdianame nirxand û biryara bê rayebûnê da û biryar dan ku bişînin Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê.