Li Amedê lehî rabû

  • 16:35 15 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê barek zêde bariya û rê li ber lehiyê vekir. Gelek kolan û cadeyên bajêr di bin avê de man. 
 
Li Amedê ji serê sibehê ve baranek zêde dibare. Ji ber baranê lehî rabû. Li bajêr kolan û rê di bin avê de man. Rêya Amed-Riha di bin avê de ma û rê li trafîkê hat girtin. Li bajêr ji ber rê hatin girtin, trafîk serobin bû. 
 
Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ji ber lehiyê hişyarî da welatiyan.