Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 723’emîn de ye

  • 15:53 15 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ji ber barana li Rihayê îro Nobeda Edaletê li mala xwe dewam kir.
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, didome.
 
Nobeta Edaletê ya Malbata Senyaşar ket roja 723'emîn. Malbatê diyar kir ku ji ber barana zêde û lehiya ku li Rihayê rabû, çalakiya xwe li malê berdewam dike.
 
Malbata Şenyaşar ji hesabê medyaya dîjîtal ev peyam perve kir:
 
“Em nobeta xwe ya edaletê li malê didomînin. Li #Rihayê rê hatin girtin, nexweşxane û mal di bin avê de man, ger hûn ji şaredar Zeynel bipirsin dê bi qederê ve girê bide! Pereyê reklamê yê ku @zabeyazgul bi daliqandina wêneyê xwe li seranserê bajêr daye, têra guhertina binesaziyê dike û zêde ye jî. #ÎstifaBike"