Li Cizîrê agirê Newrozê dê di 21'ê Adarê de bê pêxistin

  • 14:36 15 Adar 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" li Cizîra Şirnexê di 21'ê Adarê de agirê Newrozê bê pêxistin. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li gel kir.
 
Pîrozbahiya Newroza îsal a li navçeya Cizîra Şirnexê wê di 21’ê Adarê de bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” bê lidarxistin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Sezaî Temellî û parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr wê tevli pîrozbahiya li Qada Newrozê bibin. Dê di Newroza diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane de hatiye kirin hunermend Xecê, Mehmet Atli û Koma Awazên Azad wê derkevin ser dikê. 
 
Îro bi tevlîbûna HDP, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Çep a Keskan, Meclîsa Dayikên Aştiyê deklarasyona Newrozê hat parvekirin. Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê banga tevlîbûnê li gel kir. 
  
Endamê Komîteya Amadekar Mesût Nart ê bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo Gelê Kurd, diyar kir ku divê her mal, her kolan, her tax weke qada Newrozê bibe û wiha got: “Xebatên me hatin asta dawî. Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye.”
  
Endama Komîteya Amadekar Fatma Tûnç jî anî ziman ku armanc dikin ku Newroza 2023’yan bi girseyeke berfireh pîroz bikin û wiha got: “Gelê Botanê wê qada Newrozê bi hemû rengên xwe bixemilîne. Newroz di dîrokê de tevî her tiştî hate pîrozkirin. Tevî ku gelê Cizîrê bedelên giran dan jî di her demê de berxwedan mezin kir. Agirê Newrozê li vir qet venemirî.” Fatma gelê Botanê vexwend Qada Newrozê.