Biryara taloqkirina Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê

  • 14:35 15 Adar 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin û parêzerên wan ji ber erdhejê tev li danişînê nebûn. Biryar hat dayin ku danişîn taloqî piştî 6'ê Nîsanê bê kirin. 
 
Danişîna 23’yemîn a Doza Kobanê ya rûniştina 1’emîn li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmedarên girtî tên darizandin de cih digirin. 
 
Siyasetmedar û parêzerên tên darizandin ji ber erdhejên navenda wan Mereşê çêbûn hincet pêşkeş kirin û tev li danişînê nebûn û xwestin danişîn were taloqkirin. 
 
Dozger ango meqamê îdiayê; mazeretên tenduristî û pîşeyî qebûl kir û mazeretên din red kir. 
 
Navber dan danişînê
 
Heyeta dadgehê mazerte ango hêcetên siyasetmedar û parêzeran hemû qebûl kir û ji bo biryara navberê bide heta saet 14.00’an navber da danişînê. 
 
 
 

Etîketan:

kobanê doz