'Rêveberiya xweser ji bo çareseriya pirsgirêkan modela herî baş e'

  • 14:32 15 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Meclîsa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di salvegera destpêkirina aloziyê de, rêveberiya xweser ji bo çareseriya pirsgirêkan modela herî baş e.
 
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi munasebeta salvegera 12’emîn a destpêkirina aloziya Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
 
"12 sal di ser krîza Sûriyeyê re derbas bûn, bêyî ku gaveke cidî ber bi çareseriyê ve bê avêtin. Berovajî hêviyên guhertina demokratîk ên bi milyonan Sûriyeyiyan ên ku di 2011’ê de derketin xwepêşandanan. Tevgera gel her çiqasî negihîşt asta şoreşgerî ya rasteqîn jî, lê gavek girîng bû ku gel pê sînorên tirs derbas kir. Ev tevger encama hêrsa gel a di Serhildana 12'yê Adara 2004'an de bû, ya ku ji Qamişlo, heta Kobanê û Efrîn, heta Heleb û Şamê belav bûbû.
 
Di 12 salên aloziyê de Sûriye veguherî qadeke tesfiyekirinên mezhebî, şerên herêmî û navneteweyî û aliyên ku îdîa dikin ku nûnertiya gelê Sûriyeyê dikin "opozîsyon û rejîmê" ti projeyek çareseriyê pêşkêş nekirin. Berovajî wê, alozî kûrtir kirin û qetilkirin, wêranî, destwerdanên derve bi xwe re anîn. Dan û standinên pêk hatine jî tenê şeklî bûn û temenê aloziyê dirêjtir kirin. Êdî krîza Sûriyeyê di çarçoveya şerê li ser desthilatê û yekdestdariya wê yan jî parvekirina wê li gorî berjewendiyên hêzên piştgiriya qaşo xebata dan û standinan dikin ye. Tevgerên di vê çarçoveyê de pêk tên ji bo bêwatekirina biryarên navneteweyî û ji nû ve hilberandina rejîma otorîrter a desthilatdar e.
 
Li gel guhertinên wêranker ên li erdnîgarî û binesaziya civakî yên Sûriyeyê, krîza Sûriyeyê di qonaxên xwe yên herî dijwar re derbas dibe û bandorê li siberoja Sûriyeyê dike. Bi wê re ji hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê tê xwestin ku bi asteke bilind û lez tev bigerin da ku plan û projeyên dûrî Sûriyeyiyan û berjewendiyên wan pêk tên, bizanin. Di demekê de ku em tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê ya di Adara 2011'ê de wek pêwîstiya dîrokî dibînin û ji ber sedemên wê yên objektîf û subjektîf pêwîst e û şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an xwestekên gelên Sûriyeyê yên ji bo guhertina demokratîk pêk anîn, em careke din diyar dikin ku ji erka me ye û li gorî rêgezên şoreşê em gelê xwe yê Sûriyeyî li ser van plan û projeyên navborî hişyar bikin.
 
Em bang li gelê Sûriyeyê û hêzên nîştimanî yên li hundir û derve dikin ku bi hev re ber bi avakirina xebateke nîştimanî ve, gav biavêjin da ku şoreşeke rasteqîn li gorî berjewendiyên nîştimanî bi rê ve bibin, welat ji aloziya wêranker rizgar bikin, dagirkeriyê bi dawî bikin û Sûriyeyeke azad a nenavendî ya demokratîk ava bikin.”