Polîsan êrişî çalakiya ESP, SGDF û SKM'ê kirin

  • 14:06 15 Adar 2023
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê 20 kesên ji ESP, SGDF û Kaldiraç ên çalakiya şermezarkirinê li dar xistin, bi lêdanê hatin binçavkirin.
 
Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF) û Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM), li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li hev kom bûn.
 
Çalakgeran xwestin ku kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 12'ê Adarê de hatin binçavkirin, bêne berdan.
 
Di çalakiyê de ku endamên Kaldiraç û Komeleyên Ciwanên Şoreşger jî piştgirî dan, pankarta bi nivîsa "Binçavkirin nikare bi ciwanan, em ê bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî hesab bipirsin" hate hildan.
 
Li pêşiya edliyeyê tim û tim dirûşmên "Binçavkirin nikare bi ciwanan" hatin qîrîn û polîsan dor li çalakgeran girtin.
 
Her wiha rojnamevanên ku çalakî dişopandin ji herêmê hatin dûrxistin.
 
Polîsan piştre êrîş birin ser girseya gel û derdora 20 kes bi lêdanê binçav kirin.