Li Dola Rewşenê agirê Newrozê yê ewil

  • 14:01 15 Adar 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê ku di dîrokê de her tim bûye navenda serhildanê, starta Newroza 2023’yan hat dayîn. 
 
Li yek ji girîngtirîn navendên ku gelê kurd li dijî înkar, tunekirin, pişaftin û qedexeyan têkoşîna azadiyê lê meşandî Şemzînan a Colemêrgê starta Newroza 2023’yan tê dayîn. Newroza îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin û diyarî qurbaniyên erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de hate kirin. Şandeyên Newrozê şevê din hatin navçeyê. Şandeya ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, ji bo Newrozê di saetên serê sibehê de li Rêxistina HDP’a Şemzînanê hate ba hev. Gelek welatî jî bi cil û bergên kurdî hatin avahiya partiyê. Li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyeke girseyî hat dayîn. 
 
Jin û ciwanan eleqeyek mezin dan çalakiyê. Stranên Newrozê hatin gotin û dirûşma "Newroz pîroz be" hat berzkirin. Welatiyên tevlî çalakiyê bûn xwe ji ser agirê Newrozê avêtin. 
 
Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk peyama tevî qedexeyan jî ew ê li her derê agirê Newrozê gur bikin, dan.