Wê li Mexmûrê Newroz di 19’ê adarê de bê pîrozkirin

  • 12:50 15 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê wê Newroza îsal bi dirûşma "Ji 1973’yan heta 2023’yan Newroza 50'emîn a Rêber Apo pîroz be" di 19’ê Adarê de bi girseyî pîroz bikin.
 
Komîteya Çalakiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek bernameya Cejna Newrozê ya Mexmurê eşkere kir.
 
Beriya ku bernameya pîrozbahiyên Newrozê were eşkerekirin ji bo tevahî pakrewanên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya çalakiyê Hazim Kar axivî.
 
Hazim Kar di destpêka axaftinên xwe de destpêkê Newroza Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha peyîvî: “Em dixwazin Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Wek Gelê Mexmûrê em ê 18’ê Adarê meşekî meşaleyî li dar dixin, roja 19’ê Adarê jî em ê bi şahiyekî girseyî Cejna Newrozê pîroz bikin. Banga me ji bo tevahî gelê wargehê ew e ku her kes bi cil û bergê kurdî tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.”
 
Hat gotin ku wê îsal bi dirûşma "Ji 1973’yan heta 2023’yan Newroza 50'emîn a Rêber Apo pîroz be" Cejna Newrozê dê were pîrozkirin.
 
Piştî axaftinê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.