Li bajarên erdhej lê pêk hatine lehî rabû

  • 11:08 15 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên erdhejê ji ber barana ev çend roj in dibare erdhejzede di nava rewşeke dijwar de ne. Li Rihayê ji ber baranê lehî rabû. Gelek mal, dikan, avahiyên fermî, rê, pir û tunel di bin avê de man. Li Semsûr û Meletiyê jî erdhejzede rojên dijwar dibînin. 
 
Li Rihayê ji ber baranê lehî rabû, gelek dikan û mal û di bin avê de man. Gelê Rihayê ji ber ku tevdîr nestendine li hemberî rêveberiyê bi hêrs in.
 
Li Xaçerêka Abîde ya ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan li navçeya Halîliyeyê du meh berê ji xizmetê vekiribû, mirov di nav avê de asê man.
 
Dema ku îtfaiyeyê xwest wesayîtekê rizgar bike, ew jî ket ber avê. Hate diyarkirin tunel heta ber dev tijî bûye û tevî xebatkarên îtfaiyeyê 6 kes û gelek wesayît asê mane. Ev tunel tijî herî bûye û ketin û derketin ne mumkun e. Ev xaçêrek otobana Riha û Dîlokê bi hev girê dide.
 
Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Eyyubiyeyê ku li ser erdên çandiniyê hatibû avakirin jî, di kata wê ya -1’ê de beşa nihêrtîna kûr jî di bin avê de maye û hate diyarkirin nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.
 
Semsûr 
 
Piştî erdheja li Semsûrê erhejzede di bin şerd û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin. Piştî barana ku ev çend roj in dibare erdhejzede bêtir ketin nava zehmetiyê. Mexdûrên erdhejê ku di bin avê de mane tevahî rojê di destê wan de bêr dixebitin.
 
Li Semsûrê piştî erdhejê bi hezaran mal hilweşiyan û hema bêje malek ku xisar nedîtî nemaye, gel di konan de dimînen. Ji roja ku erdhejê pêk hatî heta niha, hemwelatiyên ku naçin mala xwe û li derve dijîn. Li rûxmê ku 37 roj derbas bûne xwegihandina kon û konteyniran zehmetiyê dikşînin. Hemwelatiyên ku evqas dem derbas bûne û hîna pêwîstiyên wan nehatine bicihanîn, ev çend roj in ji ber barana dijwar perîşan bûne û gelek kon jî di bin avê de mane. 
 
Meletî 
 
Li navçeya Wêranşar a Meletiyê konên erdhejzedeyan di bin ava baranê de ma. Bi deh hezaran welatî niha ji ber erdhejê di konan de ne. Ji ber barana li Wêranşarê kolan, kuçe di bin avê de ma. Tê payin ku ev barana heta sibehê jî dewam bike.