Merasîmên Çarşema Sor veguherîn xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê

  • 10:55 15 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta Çarşema sor ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêxistina agir û lidarxistina şahiyan tê pîrozkirin, îsal veguherî çalakiyên li dijî rejîmê.
 
Bi munasebeta Çarşema Sor li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê carek din ciwan daketin qadan û li dijî desthilatê nerazîbûna xwe nîşan dan.
 
Tevî tedbîrên tûnd ên ewlehiyê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji Urmiye ta Îlamê ciwan daketin kolanan, agir pêxistin û dirûşmên li dijî rejîmê bilind kirin.
 
Li gor agahiyan li hin cihan di navbera hêzên rejîmê û xwepêşanderan de pevçûn derketin û hin ciwan hatin binçavkirin.
 
Li Îranê jî li gel pîrozkirina Çarşema Sor li piraniya parêzgehên Îranê yên wek Tehran, Meşhed, Şîraz, Ehwaz û Zahîdan merasîmên pîrozkirinê veguherîn xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê.
 
Li gelek cihan gel li ser cadeyan agir pêxistin, wêneyên Ruhula Xumeynî û Elî Xamneyî şewitandin û dirûşman li dijî rejîmê bilind kirin.
 
Li piraniya bajaran alozî di navbera xwepêşander û hêzên rejîmê de derket, gelek xwepêşander hatin binçavkirin û hinek jî birîndar bûn.
 
Li gor bangewaziyên çalakvanan, tê payîn îro jî xwepêşandanên seranserî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê werin lidarxistin.