Jinên li dijî zilmê bûn Newroz...

  • 09:04 15 Adar 2023
  • Rojane
 
Bêrîtan Canozer 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Newrozê ku Kawa li dijî zilma Dehaq pê xist, di bedenên Sema, Binevş, Rahşan, Ronahî û Berîvanan de gûrbûn û li hemû cîhanê belav dibe. 
 
Newroz ku ji bo Gele Kurd serhildan, berxwedane, herî zêde azadiyê esas digire. Newroz roja  sembola serhildana li dijî zilmê roja pêxistina agirê azadiyê ya Gelê Kurd e. Jinên ateyên nû li Newrozê bar kirin bi salên 1990’î re derketin pêş dîwarên tirsê û kolan veguhertin qada têkoşînê, rêxistinbûna wan Cejna Newrozê bi wateya wê ya dîrokî re anî gel hev. Newroz herî zêde jinên ku bedena xwe bi agirê Newrozê gûr kirin tîne bîra Gelê Kurd. Sema, Binevş, Rahşan û her wekê din. 
 
Em îro çîrokên jinên ku agirê Newrozê bi bedenên xwe gûrkirine bi we re parve bikin.
 
Navê wê li kolanên Cizîrê deng dida: Binevş Agal
 
Binevş Agal (Berîvan) di 1996'an de li Beşîrî a Êlihê wek zarokek malbata êzidî hat dinê. Navê xwe ji destana Kurd a 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' girt. Binevş û malbata wê di 1980'ê de piştî darbeya 12'yê îlonê ji ber êrişên li Kurdistanê koçî Ewropayê dikin.
 
Binevş nîşeyekê ji malbata xwe re dihêle û berê xwe dide çiyan. Binevş li Geliyê Beka ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimîne û piştre derbasî Botanê dibe. Binevş faliyetên rêxistinbûna Cizîrê dimeşîne û gelê Botanê gelek ji Bêrîvanê hez dikin. Binevş li vir mîlîsên jin perwerde dike. Ji bo jin çalak bibin dikeve nava hewldanan. Jin êdî bi Bêrîvanê re bûne hêviya rizgariya gel. Bêrîvan jinek gelek jîr û berxwedêr bû. Çend nasnav bi kar dianî û nedihat deşîfrekirin. Demek dirêj dewletê digot qey gelek jinên PKK'î li vir in. Di 16'ê Çileyê 1989'an de xaniyê ku lê dima hat îxbarkirin û operasyon li malê hat kirin. Lê Binevş teslîm nebû û heta guleya xwe ya dawî li berxwe da û jiyana xwe ji dest da. Piştî Bêrîvan jiyana xwe ji dest dide bi gel re hêrsek mezin çêdibe. Êdî dema Cizîr tê gotin Bêrîvan dihat hişê her kesî. Navê Bêrîvanê li zarokên keç hat kirin. Berxwedana Newroza Cizîrê Bêrîvanê rêxistin kiribû. Jinên ku wê rêxistin kirin, piştî wê li kolanan di Newrozê de pêşengî kirin.
 
Serhildana jinan dilê wê de cih digire: Zekiye Alkan
 
Zekiye di sala 1965’an de li gundê Akdag a navçeya Kelkît a Gumuşxaneyê hat dinê. Dema Zekiye 8 salî bû malbata wê ji Gumuşxaneyê koçî Xarpêtê dike û piştre jî koçî Îzmîrê dike. Zekiye beşa tibê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike û têkoşîna Gelê Kurd bala wê dikişîne. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’yî hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. Zekiye Alkan zilma ku dihat kirin qebûl nedikir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 kîbrîtan li Zindana Amedê Newroz pîroz kir dixwend. Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê. Di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir.  Cenazeya wê li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat definkirin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan der barê Zekiye Alkan de wiha got: “Jina kurd jiyana azad ferq kiriye. Dema mirov hemû pêvajoyên hatine jiyîn binirxînin piştî salên 1990’î xebatên jinan demeke nû îfade dikin. Çalakiya keça me ya qehreman Zekiye Alkan, mînaka cesaret û fedekariya bêdawî ye. Ji ber vê jî ketina wê ya rizgariya jinê wisa ne ketineke ku biçûk bê dîtinê ye.”
 
Hêrsa ji temenê wê mezintir: Rahşan Demîrel
 
Rahşan Demîrel bi eslê xwe ji Nisêbînê bû. Malbata wê ji ber zilma dewletê koçî metrepolan kiribû û li bajarê Îzmîrê bi cih bibûn. Rahşan, berî çalakiyê hemû kiryarên dewletê di TV’an de temaşe kir û biryarek girt. Bi çalakiya xwe dixwest agirê Newrozê ji Zekiye Alkan dewr bigire. Li Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kiribû. Li çiyayê Kurdistanê agirê Newrozê pêketibûn. Li her deverî amedekariya sibehê hebûn. Rahşan nameyek bi sernavê “Ez xwe dikim Newroz” hişt. Peyama xwe ya çalakiyê jî bi kurdî û tirkî di kasetekê de qeyit kir û li benda sibehê ma. Roja 21’ê Adara 1992’yan de ber bi kelehê ve meşiya. 
 
Rahşan di pemaya xwe de wiha gotibû: “Ez ê xwe bikim Newroz. Hin kes dibe ku wateyên cuda bidin çalakiya min. Hin kes bibêjin ev dîn bû. Na ez ne dîn bûm, li dinyayê gelek dîn hene çima ew xwe naşewîtînin. Ez keçikek xweşik im jî, min bixwesta dikarîbû bizewicim jî. Lê armanca min ne ev e. Armanc ji bo welat bibim Newroz e. Xwedê emrek dirêj bide serokê me ku Kurdistanê azad bike. Ez komkujiyên faşîstan protesto dikim. Ez Newroza gelê xwe bi can û xwîna xwe pîroz dikim. Bijî Kurdistan. Her bijî Newroza 21’ê Adarê a serfiraz û serkeftinê. Newrozê li gelên bindest bi can û rih pîroz dikim.” Rahşan li Nisêbînê tevî hemû astengiyan astengiyan hat definkirin.
 
Yên gihiştin sira agir: Ronahî û Bêrîvan
 
Du jinên ku li hemberî desthilatdaran serî rakirin Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) rihê agirê Newrozê gihandin hev.  Ronahî û Bêrîvan di 22’yê Adara 1994’an de li dijî qedexekirina Newrozê ya ji aliyê dewleta Alman ve hat qedexekirin ev çalakî pêk anîn. Li pişt çalakiya xwe ya li bajarê Mannheîna Almayayê kirin du name hiştin. Her wiha Ronahî û Bêrîvan ku hevalên hevbûn ji aliyê têkoşîna azadiyê ve wekî şehîdên Newrozê hatin îlankirin. Çalakiya wan bandor li Kurdistan û Elmanyayê kir. Dewleta Elman ketin nava tirsekê. Hewl dan ku kesên ku tevlî merasîma cenaze bibin asteng bikin. Bi dehan kes hatin binçavkirin. Nêzî 50 hezar kes ligel astengiya polîsên Elman bi merasîmek heybet Ronahî û Bêrîvan hembêz kirin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan name û çalakiyên Bêrivan û Ronahî nirxand û got ew gihiştine sira agir û wiha vegot: “Bêrîvan û Ronahî, van çekên Kurdistanê nameyên watedar hiştine. Ger ku azadî evqas hêsanbûna wê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana. Hevalan nameyên pir watedar hiştine. Nirxandinên wan gelek tije û xwedî hişmend in. Ger mirov bijîn divê wek wan bijîn. Girêdayê bîranînê hinek jî wisa ye.”
 
Jin reviyên agirên kurd in: Sema Yuce
 
Sema Yuce, di sala 1971’an de li Agiriyê hat dinê. Malbata wê tevlî serhildana Agiriyê bûye. Di nava malbatê de jê re digotin Leyla Qasim. Sema heta zanîngehê li Agiriyê xwend, di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa sosyolojî qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Di sala 1991’an de zanîngeh berda û tevlî têkoşînê bû. Sema piştî sal derbas bûn di Newrozê de li zîndanê agir berda bedena xwe û dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî." 
 
Sema di nivîsek xwe de dibêje ku "Du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye." Di nameya xwe de dibêje "aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e." Sema, 21’ê Adara 1998'an de piştî Bîrdoziya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. Sema ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di kêliya ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyanê, kêliyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”
 
Kurdistanê wek warê xwe dibînim: Elefteriya Fortulakî
 
Jina ciwan a enternasyonalîst a Yewnanî Elefteriya Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Elefteriya dayika 2 zarokan bû û di nameya ku li pey xwe hişt wiha got: " Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji Kurdî jî hez dikim. Dayik ji bo wekheviya gelan tiştekî xweş e. Gelê kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye."