Israra dayikê derxist holê: Ne qeza qetilkirine

  • 09:02 15 Adar 2023
  • Hiqûq
 
Zelal Tunç
 
MÛŞ - Di 11’ê mijdara 2021’ê de Makbule Sevînç biguman jiyana xwe ji dest da û wek ‘qeza trafîkê’ derbasî qeydan bû.  Dayika Makbuleyê Adîle Guler  têkoşîn da û di encamê de derket holê ku Makbule hatiye qetilkirin. Gumanbar salek û nîv şûnde hat girtin.
 
Di 11’ê mijdara 2021’ê de  ji Mûşê wesayîta ku ji gundê Dereyurt diçû Erziromê û ji aliye Necat Sevînç ve dihat ajotin, Makbule Sevînç a 41 salî bi guman miribû.  Gumanbar Necat gotibû derî vebûye Makbule jêde ketiye.  Makbuleyê di 30’ê Kanûna 2021’ê de jiyana xwe ji dest da.  Serdozgeriya Komarê ya Muşê der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Bûyer wek qeza trafîkê derbasî qeydan bû.  Bi îfada dayika Makbuleyê re gumanbar salek û sê meh şûnde di 2’yê sibatê de hat girtin. Îdianameya ‘ji qestî kes tuştin’ hat amadekirin jî ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Mûşê ve hat qebûlkirin.
 
Hekimê pratisyen yê li nexweşxana dewletê ya Mûşê peywir dikir diyar kiribû tu nîşaneyeke ku Makbule ji wesayîtê de bikeve tunebû û tenê aliye rastê yê sere wê werimî bû û guhê wê xwîn jê dihat.
 
‘Makbule hat qetikirin’
 
Dayika Makbuleyê Adîler Guler jî di îfadeya xwe de got roja bûyerê navbera Makbule û Necat de nîqaş derketiye û Neçat tundî li Makbuleyê kiriye piştre jî derketine rê. Adîleyê diyar kir ku  Necat û Makbule li cihê bûyerê radiwestin, Necat li serê Makbuleyê dide û keça wê wisa jiyana xwe ji dest dide. Adîleyê her wiha anî ziman ku  keç awê bi qezayê nemiriye, hatiye qetilkirin. 
 
Ji serê xwe derb girt
 
Gumanbar jî îdia kir ku dema wesayît dixebitî derî vebûye û Makbule ji wesayîtê de ketiye û got wî li Makbuleyê nexistiye. Li gorî rapora ku Pisporên Tipa Edlî dane Makbuleyê ji serê xwe derb girtiye xwîn çûye ser mêjî û komplikasyon çêbûne û encama vê de jiyana xwe ji dest daye.  Gumanbar Necat ku girtî tê darizandin wê di 12’yê nîsanê de derkeve pêşberî dadger.
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Muşê ku ji roja ewil de bûyerê dişopîne der barê runiştinê de banga tevlibûnê kir.