Di doza îşkenca li hember zarokan 75 sal cezayê girtîgehê

  • 19:35 14 Adar 2023
  • Hiqûq
ERZIROM- Li Erziromê di qursa Kuranekê de li 14 zarokan îşkenca sistematik hatibû kirin Der barê 2 gumanbarên îşkence kirin de bi giştî 75 sal ceza hat birîn.
 
Li Erziromê di 2021’ê de li Kursa Kuranê ya Zarokên Kur a Haci Bahattîn Evgî ya girêdayê wezareta Diyanetê, midûrê yurdê Nuhî Karababa û xizmekatrê yurdê Ugur Gongur li 14 zarokî îşkenca sîstamtî kiribûn.  Der barê her du gumanbaran de  ji sûcê ‘îşkencê’ û ‘peywira xwe xerab bikaranîn’ doz hat vekirin û runiştin li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a ERziromê hat dîtin. Parêzerên endamên Komeleya Ewil Jin û Zarok tevli bûn.
 
Zarok û malbatên wan tevli bûn. Midûrê yurdê bi SEGBÎS tevli runiştinê bû.  îfadeyên zarokan hatin girtin û parêzeran parastin kir. Heyeta dadgehê şahid guhdar kirin. Heyetê li Midûrê Yurdê Nuhî Karababa 39 sal li Ugur Gongur jî 36 sal ceza birî.