Li Gogsiyê banga ji bo tevlibûna Newrozê

  • 15:36 14 Adar 2023
  • Rojane
 
ERZIROM - Rêxistina HDP'ê ya navçeya Gogsiyê bi daxuyaniya ku da bang li gelê Kurd kir ku di Newrozê de derkeve qadan û li dora agirê newrozê daxwaza azadiyê bike. 
 
Li navçeya Gogsî ya  Erziromê bi dirûşma "Herder Newroz herder azadî"  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê Newroza 2023'yan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta  “Her der Newroz her dem azadî” hat vekirin. 
 
'Em ê azadiyê biqîrin'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê di Newroza îsal de ji AKP -MHP'ê hesap bipirsin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîd li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin, "Roj roja hesap pirsîna tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Em ê vê Newrozê jî li qadan li kêleka ciwan û jinan cih bigirin û li cem gelê xwe bin. Em ê hevgirtina xwe xurt bikin. Em ê bibêjin 'Herder Nworoz her dem azadî'. Em bang li her kesî dikin ku bên qadên Nwrozê."