Şebnem Korur Fîncanci: Me serî netewand

  • 15:09 14 Adar 2023
  • Rojane
 
SEMSÛR - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya di bibîranîna tenduristvanên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane de axivî, wiha got: “Ji ber xemsariya hikumetê ya bi salan e gotinên me guhdar nake me bi deh hezaran mirovên xwe winda kirin. Em îro di şînê de ne.”
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û endamên konseya navendî yên bi wesîleya hefteya 14’ê Adarê Cejna Tipê hatin ba hev li ber Kûleya Saetê ya Semsûrê tenduristvanên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Di daxuyaniya hate dayîn de ji bilî rêveberên Odeya Bijîşkan a Mêrdîn, Amed, Manîsa û Îzmîrê gelek endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) jî amade bûn. 
 
‘Me serî netewand’
 
Şebnem a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ew ê di pergala tenduristiyê ya bijîşk di bin kavilan de nemînin û civakparêz de israr bikin û wiha got: “Tiştên ku bi salan e me digotin bi şewbê ber bi çav bûn. Me serî netewand em ê netewînin. Me careke din dît ku tenduristvan bi tena serê xwe hatin hiştin.”
 
‘Em îro di şînê de ne’
 
Şebnem, diyar kir ku îro di şînê de ne û wiha berdewam kir: “Ji ber xemsariya hikumetê û Wezareta Tendurisitiyê ya bi salan e gotinên me guhdar nake me bi deh hezaran mirovên xwe winda kirin. Em îro di şînê de ne.”
 
Piştî daxuyaniyê bijîşkan û kedkarên tenduristiyê qurnefîl danîn ber Kûleya Saetê.