Kujerê Sakîne Kultur dîsa nehat cezakirin

  • 13:58 14 Adar 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Danişîna duyemîn a doza Îbrahîm Barkin ê ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetîl kir jê tê darizandin  li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Di danişînê de hate destnîşankirin ku kujerên jinan hêza xwe ji polîtîkayên dewletê digirin.
 
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 14’ê Gulana 2022'yan de cenazeyê Sakîne Kultur (40)  bi awayê îşkencekirî hatibû dîtin. Cenzaze li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajovanekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê cenazeyê Sakine de hatibû kirin de wekî gumanbar Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê Gulanê de hatibû girtin.
 
Danişîna duyemîn a doza ku bersûc Îbrahîm Barkin jê tê darizandin îro li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîra Şirnexê hate dîtin. Bersûc Îbrahîm Barkin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. 
 
Baroya Şirnexê, Navenda Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê  ya Şaxa Amedê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Endam û rêveberên rêxistina HDP’ê yê navçeya Cizîr û Silopyayê tevlî danişînê bûn.  
 
Daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan, guhdarkirina bersûc û şahîdan dest pê kir, bi parastina parêzeran dewam kir.
 
Faalîyetên Ocaxên Tevgera Taybet hatin pirsîn
 
Parezêrê Sakîneyê Rojhat Dîlsiz ji bersûc faalîyetên Ocaxên Tevgera Taybet pirsîn. Bersûc, îdîa kir ku tevger ji bo alikariya civakî ya ji malbatan û li dijî tiryak û hişbirê hatiye vekirin.
 
'Ji polîtîkayên bêcezahiştinê sûdê digirin'
 
Rojhat di berdewamiyê de destnîşan kir ku di demên dawîn de hêzên paramîlîter bi rêya sazî û rêxistinên civakî karên li dijî qanûnan dikin û ji bo şofandina pereyan van sazîyan bi kar tînin. Rojhat wiha berdewam kir: “Bersûc qetlîamek plankirî pêk anîye. Parastinên wî bi tevahî ji bo ku ji sûcê rizgar bibe an jî ji bo ku cezayê wî kêm were dayînin. Piraniya bersûcên ku di saziyên dewletê de dixebitin û jinan qetîl dikin hewil didin ku bi rêya karê dikin qetlîamên dikin rewa bikin. Ev bersûc ji polîtîkayên bêcezahiştinê sûdê digirin." 
 
 'Kuşitina jinan polîtîk e'
 
Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, parezêr Oyku Çakmak Uysal jî destnîşan kir ku qetîlkirina Sakîneyê nîşan dide ku kuştina jinan polîtîk e û got: “Kujerên jinan ji ber polîtîkayên heyî bi cezayên giran nayên darizandin. Li herêmê di pêvajoyên dawîn de mînakên bi vî rengî zêde dibin. Bi îdîayên dîtina kar û alikariyên ji bo malbatan, civak ji aliyê wan tevgerên paramîlîter ve tên xapandin. Em daxwazin ku tevger û rêxistinên bi vî rengî werin lêkolînkirin.”  
 
Navenda Polîtîkayên Civak û Malbatê,  jî diyar kir ku bersûc ji destpêkê ve heta niha  xwe bi îdayên  şantaj û tahrîhê hewil dide rizgar bike. Divê bersûc bi cezayekî giran were darizandin.
 
Doz hate taloq kirin
 
Piştî axaftinan Şandeya Dadgehê biryara xwe aşkere kir. Şandeyê xwest di danişîna pêş de rapora otopsiyê ya qetîlkirina Sakîneyê ji Sazîya Tipa Edlî ya Stenbolê bi berfirehî were girtin ûqeydên nexweşxane û belgeyên tibbî li ser dosyayê were zêdekirin. Şandeyê dozê taloqî 30’ê Gulanê kir.