Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê demeke nêz maye

  • 12:39 14 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar dewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parve kir:"Ji bo edaletê demeke nêz maye."
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 722’yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî îro tev li çalakiyê bibe. Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hate daliqandin. 
 
‘Ji bo edaletê demeke nêz maye ’ 
 
Malbatê, têkildarî nobetê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji bo edaletê demek nêz maye ku dozgerên rast ên vî welatî edaleta rast pêk bînin. Dema kesên xwe bi ser mirovan re dibînin çûn, wê demê dê dozger û serdozger jî ji deriyê edliyeyê bikevin hundir. Têkoşîna me ya heqîqetê ya li ber deriyê edliyeyê di roja 722’yan de dewam dike.”