Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike

  • 11:39 14 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan bê navber dewam dike. Di heman demê de êrişên bi gazên jehrî jî didomin.
 
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan li dijî desthilata Îranê dest pê kirî bê navber dewam dike. Duh ciwanên Kurd li bajarên Sine, Kamyaran daketin kolanan û agir pêxistin. Ciwanan bê navber dirûşmên dijî desthilatê qêriyan.
 
Ciwanan demek dirêj rêya navbera Sine-Kirmaşanê de li trafîkê girtin û çalakiya xwe dewam kirin. Duh bi şev li gelek herêmên Tahranê jî çalakiyên nerazîbûnê hebûn. Di çalakiyan de êrişên bi gazên jehrî hatin şermezarkirin.
 
Li bajarê Meşhedê jî jin û ciwan meşiyan û çalakiyek nerazîbûnê li dijî desthilata Îranê derxistin.
 
Zêdetirî sê meh in li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi gazên jehrî êrişê dibistanên keçan tên kirin. Duh li bajarokê Kanî Surî ya ser bi Sineyê, komek xwendevanên keç ji ber êrişa gaza jehrî rakirin nexweşxaneyê. Tê gotin li bajarê Mahşehîrê êrişa gaza jehrî li ser 2 dibistanan pêk hatiye.
 
Li aliyekî din duh serokê desthilata Dadweriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 82 hezar kes ji biryara efûyê sûd girtine, ji wê hejmarê 22 hezar kes di dema xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin.