Îşkence sûc e lê lêpirsînê dest pê nakin!

  • 09:07 14 Adar 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Rojnameger Safiya Alagaş a ku ev 9 meh in girtiye da zanîn ji roja hatine girtin heta niha bi gelek binpêkirina mafan rû bi rû hatine hiştin. Safiyeyê diyar kir ku dozger di biryara da de ket nava nakokiyê. 
 
Li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafan gihaştiye asta îşkenceyê. Ev sepanên îşkenceyê roj bi roj zêde dibin. Yek jê ji girtîgehên ku binpêkirina mafan lê zêde dibe Girtîgeha Jinê ya Amedê ye. Mudura me ya Karê Nivîsê Safiya Alagaş têkildarî binpêkirina mafan ji ajansa me re name şand. Safiyeyê da zanîn ku lêgerîna tazî, şopandina bi kamerayan a li qada hevpar, sepana kelepçeya bi cot ji pirsgirêkên herî mezin in. 
 
Rojnameger Safiya Alagaş a ku ev 9 meh in girtiye da zanîn ji roja hatine girtin heta niha bi gelek binpêkirina mafan rû bi rû hatine hiştin. Safiyeyê diyar kir ku dozger di biryara da de ket nava nakokiyê. 
 
Safiyeyê di dewamiya nameya xwe wiha got:
 
"Em wekî rojnameger dema li derve jî bûn em bi van binpêkirina mafan rû bi rû diman. Di heman demê de me têkoşîneke mirovane jî dimeşand. Yanî dema dosya vebûye bi binpêkirina mafan re vebûye. Bi taybet lêgerîna tazî pirsgirêkeke cidî ye. Kesên ku lêgerîna tazî dikin ji hemû hestên mirovatiyê dûr vî tiştî dike. Ev muameleyeke wiha ye ku rûmetê dişkîne. Kesên ku ji rûmeta mirovan re rêzê digire divê vêya nekin. 
 
Em 24 saetan bi kamerayan tên şopandin
 
Cihê em lê ne 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Di evrakên îdareyê de wekî cihê xwarinê derbas dibe. Cihê jê re dibêjin xwarinpêj serşo û destav lê ye. Ji sedî 80 jiyana me li cihê ku jê re dibêjin xwarinpêj derbas dibe. Û ev qad 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Bi taybet deriyên serşo û destavê xuya dikin. Ev rewş me aciz dike. Em nikarin bi rehetî rabin û rûnên. Wekî jinekê şopandina kesan a 24 saetan me aciz dike. Ev tê wateya destdirêjiya li dijî qada jiyana me. Tirkiye Peymana Mafê Mirovan a Yekîneyên Neteweyî îmze kiriye. Divê rêzê nîşanî rûmeta mirovahiyê bide. Lê belê mixabin vî tiştî nake. 
 
Sepana kelepçeya bi cot 
 
Sepaneke din jî ew e ku di dema sewqkirinê de kelepçeya bi cot bi kar tînin. Ev rewş mirov rencîde dike. Bi taybet kesên nexweş û temenê wan zêde ji vêya bi bandor dibin. Ji xeynî vana gelek binpêkirinên mafan hene. Ji bo em binpêkirina mafan şermezar bikin di 12'ê Îlona 2022'yan de me dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojî kirin. Me gilîyê xwe jî li cihê pêwist kir. Me daxwaznameyên xwe yên gilîkirinê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Dozgeriyê bersiv da. 
 
Ji bo lêgerîna tazî biryara neşopandinê tê dayin
 
Dozgeriyê dîsa peywirên cendermeyê bi bîr xist û got her tişt li gor ûsula xwe pêk tê. Hevalê me ji bo rewşa sepana lêgerîna tazî gilî kiribûn. Ji bo lêgerîna tazî biryara neşopandinê tê dayin
 
Em biryara dozgeriyê qebûl nakin
 
Em biryara kamera û kelepçeya bi cot qebûl nakin. Loma em ê li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê îtiraz bikin. Em ê hemû rêyên hiqûqê heta dawiyê bi kar bînin. Ger hiqûqa navxweyî bi dawî bibe em ê vê yekê bibin AÎHM'ê.
 
Em hêvî dikin ku hemû rêxistinên mafên mirovan di vî warî de hestiyar tev bigerin."