ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 14 Adar 2023
  • Rojev
 
* Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu, diyar kir Newroz roja berxwedanê ye. Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica, daxuyand ku dê li qadan azadiya Abdullah Ocalan biqêrin û ji TOP'ê Perîhan Koca jî da zanîn ku Newroza îsal dê bibe Newroza hesabpirsînê. BI DÎMEN 
 
* Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê û Kovara Jin Hicran Urun a têkildarî dewamiya Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya wekî Kovara Jin axivî da zanîn ku xebatên wan ji warê arşîvkirina têkoşîna jinê de girîng e û got ew ê di warê dayina kedê ya ji bo nirxên jê bawer dikin de têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
*Li Hatayê kavilên ku tên komkirin dibin li deverên nêzî bajêr, devêren ku darên zeytûnan heyî û li herêmên nêzî konbajaran tên valakirin. Kavilên ku tên valakirin zirarê dide xwezayê, hewayê û mirovan. BI DÎMEN
 
*Li Şemzînana wê agirê Newrozê yê ewil li wir bê pêxistin amadekarî didomin. Jinên Şemzînanî diyar kirin ku wê bi kelecan û coşeke mezin qadên Newrozê tije bikin. DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Safiya Alagaş a ku ev 9 meh in girtiye da zanîn ji roja hatine girtin heta niha bi gelek binpêkirina mafan rû bi rû hatine hiştin. Safiyeyê diyar kir ku dozger di biryara da de ket nava nakokiyê. 
 
*Danîşîna duyemîn a kujerê Sakîne Kultur dê li 2’yemîn Cezayê Giran a Cizîrê were dîtin. (10.00)