Mexdûrên erdhejê di bin baranê de man

  • 21:26 13 Adar 2023
  • Rojane
 
MEREŞ - Li Elbistanê mexdûrên erdhejê di roja 35'emîn a erdhejê de li konên ku ji şert û mercên hewayê re ne guncaw in di bin baranê de man.
 
Li navçeya Elbîstan a Mereşê ku navenda duyemîn a erdhejê ye, bi sedan avahî hilweşiyan û bi dehan avahî xera bûn. Pirsgirêka welatiyên ku malên wan hilweşiyane û nikarin bikevin malên xwe hê jî didome.
 
Tevî ku 35 roj di ser erdhejê re derbas bûne, lê mexdûrên erdhejê yên li Elbîstanê di bin barana zêde de li konên ku ji şert û mercên hewayê re ne guncaw in dimînin.
 
Li aliyê din barana ku tevahiya rojê li navçeyê barî ber bi saetên êvarê ve bandora xwe zêde kir.