Ji Platforma În Silêmanî bernameya Newrozê

  • 21:13 13 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma În Silêmanî li Parka Azadî ya li parêzgeha Silêmaniyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê bernameya çalakiyên Newrozê ragihand.
 
Platforma În Silêmanî ragihand ku ji bo Cejna Newrozê rêzeçalakiyên weke konser, mîhrîcan, maraton û merasîmên taybet bi beşdarbûna hunermendên navûdeng dê werin li darxistin. Her wiha hat ragihandin ku wê di 20’ê Adarê de agirê Newrozê li ser çiyayê Goyje were pêxistin.
 
Berdevka Platforma În Silêmaniyê Hejan Êriş di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got: “Platforma În Silêmaniyê, ji bo ji 17’ê Adarê heta 20’ê Adarê komek kar û çalakî amade kiriye. Çalakiya yekem a Mîhrîcana Newrozê wê li Parka Azadî ya Silêmaniyê were lidarxistin. Wê ji saet 06:30 heta 23:00’an 3 fîlmên sînemayê dê werin nîşandan. Her wiha li vir bazara Silêmaniyê dê ji bo cotyaran û berhemên xwemalî û hunera dest were vekirin da ku li vir bikarin berhemên xwe bifiroşin. Di heman demê de wê li vir lîstikên Kurdewarî yên kevin, yên weke Mizrahên û Kulawên dê werin li darxistin.”
 
Hejan Êriş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku kolana Salim wê bi nêrgiz, lale û muzîka zindî were xemilandin û wiha domand: “Di 18’ê Adarê de li Serçinar û di 19’ê Adarê de li parka Hewarî Şar konserên mezin dê werin li darxistin. Her wiha li salona şanoyê ya Romanî wê di saet 17:00 heta 20:00’an de wê konserek bi beşdarbûna hunermend Hanî, Sena Berzenc, Hejar Zehawî û komên din dê were li darxistin. Di 20’ê Adarê de di saet 10:00’an de li çiyayê Goyje maratonek dirêj bi tevlîbûna hinek werzîşvanên navdar û biyanî dê were li darxistin. Maraton bi du şêweyane ku yek 5 kîlometreyî ye û yek jî bi 19 kîlometreyî ye. Beşdarvanên ku li gorî hêza xwe beş hilbijartîn, di dawiyê de wê li Parka Hewarî Şar ji bo yekem, duwem û sêyemê maratonê xelat werin belavkirin.”
 
Her wiha Hejan Êriş da zanîn ku êvara 20’ê Adarê wê li ber Sîteya Star Mîhrîcana Newrozê were lidarxistin û wiha pê de çû: “Hinek kesayetên diyar ên Kurd yên weke Bedîe Dartaş, Pîremêrd û Îbrahîm Paşayê Baban ji nû ve hatine afirandin. Bi meşaleyan dê ji ber Baxçeyê Giştî werin ber Sîteya Stra û gulên nêrgiz dê belav bikin. Her wiha di şeva 20’ê Adarê de agirê Newrozê li ser çiyayê Goyje dê were pêxistin ku wê 300 keç û xort bi meşaleyan heta ser çiya biçin. Herî dawî li kolana Salim dê bi beşdarbûna Hunermend Macid, Hemîn Osman û Yadîgar Xalid pîrozbahî were kirin.”