Ji Colemêrgê banga tevlîbûna Newrozê

  • 16:28 13 Adar 2023
  • Rojane
COLMÊRG - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Colemêrgê banga tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê kir. 
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Colemêrgê, têkildarî Newroza 2023’yan a ku wê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem Azadî” were lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Her der  Newroz, her dem azadî" hat vekirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Wekî tê zanîn meha adarê meha serhildan û berxwedanê ye. Çend roj berê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî " 8'ê Adarê hat pîrozkirin. Gotina bi rêz Ocalan li tevahî kolanên cîhanê deng veda. Bû gotina berxwedana jinên cihanê. 
 
Niha em amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya îsal dikin. Newroz, ev hezar sal in weke roja vejîn, serhildan û azadiyê tê pêşwazîkirin. Lê bele îsal em bi êşa erdhejê pêşwazî dikin. Em bernameya îsal a Newrozê diyarî qurbaniyen erdhejê dikin. Bî dilekî xemgîn lê bi hevî û bawerî Newroza 2023'yan dirûşma  "Her der Newroz, her dem azadî" pêşwazî dikin.
 
Hersa me zêde ye, êşa me giran e, lê em ê ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesap ji faşîzma AKP - MHP'ê bipirsin. Em ê di vê Newrozê de li dijî tecridê biqerîn û her wiha ji bo girtiyên siyasî biqêkirin. Em ê li qadên Newrozê bi hev re bêjin "Her der Newroz, her dem azadî". Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî Newrozê bibin."