Tabelaya 'Parka Berkîn Elvan' siyasî hat dîtin!

  • 12:43 13 Adar 2023
  • Rojane
 
MELETÎ - Tabelaya 'Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan' ku li Meletiyê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê hate avakirin, ji aliyê polîsên tirk ve hate desteserkirin.
 
Li navçeya Yeşîlyûrt a ser bi navenda Meletiyê, li kêleka konên koordînasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo zarokên mexdûrên erdhejê Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan hate avakirin, lê belê tabelaya parkê ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.
 
Hate ragihandin ku polîsan bi îdîaya ku nav 'siyasî' ye dest danîne ser tabelaya parkê.