Êrişên bi gazên jehrî didomin

  • 11:04 13 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê êrişa bi gazên jehrî ya li ser dibistanên keçan didome. Di beramber de jî berpirsên Wezareta Perwerdê ya Îranê îdia kirin ku tu pirsgirêkek li dibistanan nîne.
 
Duh jî li hin bajarênRojhilatê Kurdistan û Îranê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan hatin kirin. Ji ber êrişan gelek xwendevan bi jehrî bûn û rewşa wan a tendirustî xirab bû.
 
Duh li gundê Bêsaran a ser bi devera Jarewu ya parêzgeha Sine bi gaza jehrî êrişê dibistanek ya keçan hat kirin.
 
Nêzî çar meh in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê dibistanên keçan tên kirin û heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran xwendevan bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan.
 
Heta niha rayedarên rejîma Îranê derbarê êrişan de tu daxuyaniyek zelal nedane. Tenê îdia dikin ku wan nêzî 100 kesan bi tometa tevlî êrişên bi gazên jehrî bûne binçav kirine.
 
Herî dawî Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê Yusuf Nurî di daxuyaniyek de îdia kir ku ti pirsgirêkek li dibistanan nîne û xwendekar dikarin bêyî tirs herin dibistanan.
 
Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişan berfireh dibin. Di vê çarçoveyê de duh li Newzland, Kanada, Emrîka, Swêd, Îtalya, Fransa, Danîmarka, Elmanya û çend welatek din Kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê li dijî êrişên bi gazên jehrî çalakî li dar xistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşan dan.
 
Li aliyê din li Zanîngeha Elame ya li Tehranê li 30 xwendekarên ku li dijî êrişên bi gazên jehrî nerazîbûn nîşan dabûn, ketina wan a zanîngehê hat qedexekirin.