Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

  • 10:09 13 Adar 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin û jê 8 jin bi tevahî 11 HDP'yî hatin binçavkirin. Dayikên Aştiyê Sultan Yagmekan û Hanife Gumuş jî hatin binçavkirin. 
 
Li Îzmîrê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de herî kêm 11 kes hatin binçavkirin. Piştî kontrola tendirustiyê yên hatin binçavkirin hat hînbûn polîsan kesên hatine binçavkirin birina Muduriyeta TEM'ê ya Çankayayê. Hîn nehatiye hînbûn ku hinceta binçavkirinan çi ye. 
 
Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Ji rêveberên HDP'ê ya Îmzîrê Mahsun Koç, Sabri Gul, Hediye Korkut, Edibe Sincar, Gulizar Dag, Nufusa Ataç, ji Dayikên Aştiyê Sultan Yagmekan û Hanife Gumuş, Ayten Gulmez, Zeynep Çelik û girtiya nexweş Fatma Surme.