Ji Rojhilata Navîn heta Balkanan cejna gelan: Newroz

  • 09:07 13 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz ku sembola vejîn,berxwedan û zindîbûnê ye di roja îro de jî wek roja ku têkoşîna azadiyê derketiye lûtkeyan watedar bûye. Newroz , ji Rojhilata Navîn heta Balkanan , heta Kafkasyayê tê pîrozkirin.
 
Ji Newrozê re demek kurt ma û gelê Kurd amadekariya Newrozê dike.  Îsal ji ber erdhêja pêk hat li hember desthilatdarî û dewleta ku peywira xwe neaniye cih hêrsek mezin heye.
 
Newroz ji bo gele Kurd wek roja vejîna nû ye. Bi hezaran salane ne tenê Kurd gelek gelên din Newrozê pîroz dikin.  Beriya Newrozê em li wateya Newrozê ya ji bo gelan binêrin.
 
Bi dehan welat û gel pîroz dikin
 
Newroz di serî de li her çar parçeyê Kurdistanê, li Afganîstan, Arnavutluk, Azerbeycan, Bosna Hersek, Çîn, Gurcistan, Hîndîstan, Iraq, Îran, Kazakîstan, Kirgizîstan, Kosova, Kibris, Makedonya, Ozbekîstan, Pakîstan, Rûsya, Sûriye, Tacîkîstan, Tirkiye, Tirkmenîstan û Ukraynayê tê pîrozkirin.
 
Wekhevbûna şev û rojê
 
Newroz wek zindîbûna xwezayê û hatina biharê jî tê venasîn. Roja ewil a baharê  wek wekhevbûna şev û rojê jî tê destgirtin. Tê îfadekirin ku şev û roj wekhev tê parkirin.
 
Xwe dispêre serdema cemserê
 
Li gorî lêkolînên hatine kirin Newroz di alî dîrokî de xwe dispêre demên pir berê. Tê gotin ku xwe dispêre serdema cemserê yanî 15 hezar sal berê.  Ji neçîrê derbasî dema xwecihbûnê îfade dike. Guherîna demsalê û bi zindîbûna xwezayê re pîrozbahiyên wê hatine destpêkirin.
 
Navêncuda dane
 
Li erdnîgariyên cuda gelan bi navên cuda ev cejn bi nav kirine. Kurdan navê Newroz, Azerbeycanê Novruz, Kazakîstanê Nawriz, Kirgizîstanê Nooruz, Kirimê Navrez, Trakyayê Mevrîs, Arnavutiyan Sultan Newruz bi nav kirine. Ji Rojhilata Navîn heta Kafkasan û heta Balkanan gelan navên cuda danê.
 
Cejna Newrozê
 
Newroz bi hezaran salane ji aliyê gelan ve tê pîrozkirin.   Lijneya Mîrateya Çandî ya Neteweyên Yekbûyî li Abu Dabî di civîneke 2009’an de xist Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê.  Di 2010’an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) 21’ê Adarê Cejna Newrozê ya Cîhanê îlan kir.
 
Li ku çawa tê pîrozkirin:
 
Li Îranê roja ewil
 
Li Îranê Newroz cejnek girîng tê dîtin. Li gorî salnama rojê ya Îranê roja ewil a meha ewil Farvardîn e. Li seranserê Îranê ligel pîrozbahiyan 5 rojan betlana fermî tê îlankirin û pîrozkirin. Haci Fîruz vê pêvajoyê de diyariyan li zarokan belav dike.
 
Li Afganîstanê du rojan tê pîrozkirin
 
Li Afganîstanê du hefteyan pîrozbahiyên Newrozê didomin. bi rojan berê dest pê dike û  gel xwarinên taybet yên wekê ‘Haft mewa’ yanî ‘heft fêkî’ amade dikin. Dîsa gel diçin seyranê.
 
Li Kirimê Navrez….
 
Li Kirimê Newroz bi navê Navrez tê pîrozkirin. Gel sibehê zû radibin û ji daran baskan dibirin, kulîlkan bi daran ve didaliqînin.  Zarokên baskan digirin kom bi kom diçin ber deriyan û stranên ‘Navrez’ dibêjin. Ji her malê hêk, şekir û xwarinên cuda kom dikin.
 
Li Bahaiyan cejn û betlane
 
Endamên baweriya Bahayî yên li Ewropa û Amerîka jî vê rojê ku wek Naw-ruz bi nav dikin wek cejn û wek betlane pîroz dikin.
 
Ji bo Kurdan efsun, berxwedan û vejîn e
 
Newroz ku li gelek welatan tê pîrozkirin wateya wê ji bo Kurdan gelek mezine û di nava deme de ev efsane her çû veguherî têkoşîna israra ji bo azadiyê. Beriya Zayînê  Kawayê Hesinkar li dijî Qiralê Asur Dehaq serî  hil dide û Newroz roja destpêka têkoşîna wî tê vegotin.  Gelo Newroz li cem Kurdan çawa veguherî roja vejînê?  Li gorî efsaneyê  Qiralê Asur  Dehaq bi nexweşiyekê dikeve. Ji bo dermankirina vê nexweşiyê jî  doktor dibêjin divê mêjiyê du ciwanan her roj li birînên wî bên kirin. Li ser vê Dehaq her roj mêjiyê du ciwanên Kurd dixwaze ku bînin li birînên wî bidin.
 
Ciwanên Kurd diçin çiyan
 
Tê gotin ku aşpêjên li qesrê ji du ciwanan yekî dişinin çiyê û mêjiyê bizinê li birîna Dehaq dixin.  Ciwanên diçin çiyan hejmara wan zêde dibe û li dijî Dehaq serî hildidin. Kawa ku zarokên wî jî tên qetilkirin di oxira qral de, dixwaze tola zarokên xwe û ciwanan bigire. Dema tên zarokên Kawa yê dawîn digirin, dixwaze ew jî bi zarokê xwe re biçe û ew jî ligel zarokê xwe diçe qesra Dehaq. Kawa li qesrê sere Dehaq jê dike û qesrê dide ber agir. Ciwanên  li çiyê ku vî agirî dibînin bi agirên pê dixin vê pîroz dikin. Ev vegotina efsune ye. Lê Kurd di roja îro de Newroz hîn bêtir watedar kirine û veguhertine roja bilindkirina têkoşînê.